Hewlêr (Rûdaw) - "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya taybet bi pêvajoya çareseriyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Ji bo bicihanîna vê qanûnê hinek komîte tên avakirin.
Li gorî zanyariyan, dê Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan jî wekî "koordînator" di nav yek ji van komîteyan de cih bigire.
Armanc ew e ku Ocalan rasterast destwerdanê di pêvajoya çekdanîn û siyasîbûnê de bike.
Qanûna ji 12 madeyan pêk tê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê ve hat qebûlkirin û îmzekirin.
Niha çav li civîna 5ê Çiriya Pêşîn a Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê ne.
Encûmena Ewlehiya Neteweyî dê rapora xwe ya "tesbîtkirin û piştrastkirina" çekdanîn û fesixkirina PKKyê pêşkêşî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bike.
Piştî vê raporê, dê pêvajoya vegera endamên rêxistinê ya 6 mehan bi awayekî fermî dest pê bike.
Komîteya yekem bi serokatiya Cevdet Yilmaz e
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz piştî weşandina yasayê daxuyaniyek da.
Wî ragihand ku ji bo şopandina gavên pêvajoyê "Komîteya Şopandin û Nirxandinê" hatiye avakirin.
Ev komîte dê wekî "motora" pêvajoyê bixebite.
Komîte ji Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Navxwe, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Parastinê û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin pêk tê.
Tê çaverêkirin ku ev komîteya bilind civîna xwe ya yekem 24ê Tebaxê bike.
Li gorî pêwîstiyan, dibe ku ji bo pêvajoyê avakirina komîteyên jêrîn jî bibe rojev.
Çavdêriya Parlamentoyê bi serokatiya Numan Kurtulmuş
Komîteya duyem dê di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de were avakirin.
Ev komîte dê bi serokatiya Numan Kurtulmuş û bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî bixebite.
Navê wê "Komîteya Çavdêrî û Şopandinê" ye.
Erkê vê komîteyê ew e ku bicihanîna yasayê kontrol bike û pêşniyaran bide hikûmetê.
Tê pêşbînîkirin ku ev komîte ji 17 endaman pêk were. Her wiha dê nûnerên saziyên sivîl jî di nav komîsyonên wê de cih bigirin da ku baweriya civakî ya bi pêvajoyê xurttir bibe.
Rola Abdullah Ocalan û Komîteya Siyasîbûnê
Yek ji zanyariyên herî girîng a li ser qonaxa nû, avakirina "Komîteya Aştî û Siyasîbûnê" ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Abdullah Ocalan dê bi rola "koordînator" di nav vê komîteyê de cih bigire.
Ji bo ku Ocalan karibe vê erkê bi cih bîne, baştirkirina şert û mercên xebata wî ya li Îmraliyê di rojevê de ye.
Tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya xebatên vê komîteyê de, derfeta hevdîtina Ocalan bi rojnameger, akademîsyen û beşên cuda yên civakê re were dabînkirin.
Bi vî awayî dê nexşerêya çekdanînê û derbasbûna siyaseta demokratîk bi awayekî saxlem bê lidarxistin.
Şandeya DEM Partiyê diçe Îmraliyê
Di çarçoveya van rûdanên nû de, tê çaverêkirin ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di rojên pêş de Abdullah Ocalan ziyaret bike.
Ev şande ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tê.
Di vê hevdîtinê de dê hûrgiliyên bicihanîna yasayê, avakirina komîteyan û pêngavên ji bo pêvajoyê werin gotûbêjkirin.
Her wiha, tê çaverêkirin ku piştî vê qonaxê, ji bo azadiya girtiyên siyasî û rakirina qeyûman sererastkirinên nû yên yasayî bibin rojev.
" Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya taybet bi pêvajoyê 10ê Tebaxa 2026an bi 467 dengan li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin.
Ev yasa îro ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve hat îmzekirin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Ev yasa wekî bingeha hiqûqî ya pêvajoya çareseriyê tê dîtin.
Ev yasa rê li ber çekdanîn û vegera gerîlayên PKKyê ya Tirkiyeyê vedike.



