Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Heyeta Serokkomariyê Ehmed Hîlalî ragihand ku dê fesixkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) "di demeke gelekî nêzîk de" were ragihandin.
Heyeta Serokkomariyê berpirsiyarê bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn e ku di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de hatibû îmzekirin.
Ehmed Hîlalî ku di heman demê de Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Hîlalî ye, ji Syria TVyê re axivî.
Wî li ser bipêşketinên dawî yên bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn agahî da.
Ehmed Hîlalî diyar kir ku ragihandina fermî ya li ser fesixkirina HSDyê dê "di demeke gelekî nêzîk de" were kirin.
Wî da zanîn ku ew ji bo çareserkirina hinek pirsgirêkên li pêşiya pêvajoyê dixebitin û got:
"Me di dema borî de ji bo çareserkirina gelek zehmetiyan xebat kirin ku dosyeya darizandinê jî di nav wan de ye."
Di pêvajoya entegrasyonê de bipêşketin
Ehemd Hîlalî destnîşan kir ku di pêvajoya entegrasyona HSDyê ya nav saziyên dewletê de bipêşketineke girîng çêbûye.
Saziyên leşkerî, ewlehî û sivîl ên HSDyê tevlî saziyên dewleta Sûriyeyê dibin.
Wî anî zimên ku qonaxên zehmet ên pêvajoyê li pey wan mane.
Her wiha wî eşkere kir ku di bicihanîna tedbîrên li ser qadê de jî gelek rê hatiye birîn.
Li gorî Peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de, divê hemû sazî werin yekkirin.
Peyman destnîşan dike ku dê saziyên leşkerî, ewlehî û sivîl ên HSDyê tevlî saziyên dewleta Sûriyeyê bibin.

.webp&w=3840&q=75)

