Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re cuda cuda bi telefonê axivî.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Anadoluyê (AA) ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê wergirtine, Fîdan di hevdîtinên xwe yên bi Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re rûdanên dawî yên li herêmê nirxandin.
Hevdîtin piştî êrişên bi dronan pêk hatin
Ev hevdîtinên telefonê, rastî demekê hatin ku bi dronan êrişî ofîsa Serokwezîrê Herêma Mesrûr Barzanî û cihê rûniştina Serokê Ajansa Parastinê hatibû kirin.
Dijîterora Kurdistanê (CT) îro daxuyaniyek dabû.
Dijîterora Kurdistanê eşkere kiribû ku du dronên bombebarkirî yên cureyê "Hedîd-110" ên ku ji sînorê Îranê hatine şandin ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê û cihê rûniştina Serokê Ajansa Parastin kirine hedef.
.webp&w=3840&q=75)


