Hewlêr (Rûdaw) - Piştî pejirandina pêşniyara yasayê ya taybet bi pêvajoya çareseriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê, pêvajo derbasî qonaxeke nû bû.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî diyar kir ku divê ew pêşî piştrast bibin ku PKK nemaye.
Wî destnîşan kir ku paşê ew dê wekî dewlet pêngavên ku dikevin ser milê wan biavêjin.
"Pêvajo di çar qonaxan de ye"
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî li ser qonaxên pêvajoyê wiha axivî:
"Pêvajo di çar qonaxan de tê kurtkirin: Yekem tesfiye, duyem piştrastkirin, sêyem çavdêrîkirin û çarem asayîkirin.
Pêvajoyê niha teşeyeke nû wergirtiye. Em jî wekî Wezareta Karên Navxwe dê di qonaxa pêş de piştgiriyeke bihêz bidin pêvajoyê.
Em dê bi hûrgilî çavdêriyê bikin û me hemû derfetên xwe seferber kirine da ku ti astengî li pêşiya wê çênebin."
Piştgiriya partiyên siyasî
Ji 15 partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyeyê, 13 partî piştgiriyê didin pêvajoyê.
Partiyeke siyasî bêalîbûna xwe ragihandiye û ÎYÎ Partî jî ku tenê 27 kursiyên wê yên parlamentoyê hene, li dijî pêvajoyê derdikeve.
Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu li ser mijarê daxuyaniyek da û got:
"Eger kesekî me yê ku bi sedan sal in alaaya gelê Tirk di dest û dilê xwe de hildigire tenê bimîne jî em dizanin û em piştrast in ku ew dê nikaribin me têk bibin û em dê hewldanên wan pûç bikin."
Helwesta MHPyê
Pêvajoya çareseriyê ya vê carê, bi pêşengiya Devlet Bahçelî di destpêka Çiriya Pêşîn a 2024an de dest pê kiribû.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî da zanîn ku ew bi biryar in ku pêvajo bigihîje encamê û got:
"Tirkiye her hewldaneke ku armanca wê têkbirina vê pêvajoyê ye bi hûrgilî dinirxîne û tedbîrên pêwîst distîne.
Tirkiye her dem amade ye. Hewldanên bi vî rengî ji kû derê tên bila bên, dê werin pûçkirin."
Çekdanîna PKKyê tê çaverêkirin
Niha tê çaverêkirin ku PKK çekan deyne û bi temamî were fesixkirin.
Piştî ku ev yek ji aliyê Encûmena Asayîşê ya Tirkiyeyê ve were piştrastkirin, dê yasaya taybet bi pêvajoya çareseriyê were bicihanîn.
.jpg&w=3840&q=75)

