Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî destnîşan kir ku divê şert û mercên wiha bên afirandin ku Abdullah Ocalan di dema pêşiya me de jî karibe alîkariyê bide pêvajoyê.
Bahçelî da zanîn ku pêvajo polîtîkaya dewletê ye û bi yasaya nû ya ku li parlamentoyê hatiye pejirandin re, di vê pêvajoyê de qonaxeke girîng hatiye derbaskirin.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, ji rojnameya Turkgunê re axivî û derbarê pêvajoya çareseriyê û yasaya nû ya Parlamentoyê nirxandin kirin.
"Divê şert û merc ji bo Ocalan bên amadekirin"
Bahçelî diyar kir ku pêvajo polîtîkayeke bingehîn a dewletê ye û bi "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" di vê rêyê de gaveke gelekî girîng hatiye avêtin û got:
"Pejirandina vê yasayê ya bi dengê 467 parlamenteran, ji bo 'Tirkiyeya Bêteror' û yekbûna civakî nîşana vîneke xurt û lihevkirineke berfireh e.
Ji niha û pê ve, avêtina pêngavên din ên ku di rapora hevbeş a 'Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê' de hatine diyarkirin û çêkirina sererastkirinên yasayî û îdarî dê xwedî girîngiyeke krîtîk bin.
Pêwîst e şert û mercên wiha werin afirandin ku Abdullah Ocalan di serdema pêş de jî karibe alîkariyê bide pêvajoyê; ji ber ku wî bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' wekî rêberê avakar ê PKKyê, di biryara fesixkirin û çekdanîna PKKyê de roleke girîng lîstibû.
Armanca me ya hevbeş ew e ku em zemînekê amade bikin da ku teror, tundî û cudaxwazî bi temamî ji holê rabin û em pergaleke wiha ava bikin ku hevrikiya siyasî di nava sînorên demokratîk û exlaqî de bê meşandin.
Bê guman dê derdorên tarî yên navxweyî û derve hebin ku bixwazin fîtne û fesadiyê derxin û bi bêbextiyan vê bipêşveçûnê têk bidin. Ez bangî gelê me dikim ku li hemberî provokasyonan hişyar be.
Em dê derfetê nedin kesên ku dixwazin pêvajoyê reş û berevajî bikin, em dê rê nedin gavên kişker ên taşeronên emperyalîzmê û berdevkên wan ên li navxwe."
“Ev yasa sînordar û bi şert e”
Devlet Bahçelî bi bîr xist ku ev ne yasayeke efûyê ye û got:
"Pêvajoyên lêpirsîn û dozgeriyê yên ku dewam dikin û biryarên teqez ên cezakirinê, dê bi hemû encamên xwe hebûna xwe biparêzin; dê di wesfê sûc, biryara cezakirinê yan jî berpirsiyariya cezayê de ti guhertin çênebin.
Ev yasa, di pergala edaleta cezayî de tenê sererastkirineke yasayî ya sînordar û bi şert e."
.jpg&w=3840&q=75)


