Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Niştimanî ya Petrolê ya Ebû Dabiyê (ADNOC) ragihand ku li Tengava Hurmizê êrişî keştiyeke wan hatiye kirin.
Tengava Hurmizê bûye navenda nakokiyên tund ên di navbera Amerîka û Îranê de.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îmaratê (WAM) şirketa ADNOCê êriş piştrast kiriye û diyar kiriye:
"Êvara roja îniyê dema di Tengava Hurmizê re derbas dibû êrişî keştiyeke wan hatiye kirin."
ADNOCê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya parastina deryavanan.
Şirketê her wiha parastina azadiya keştîvaniyê û ewlehiya deryayî jî destnîşan kir.
Ev daxuyanî tenê rojekê piştî wê yekê hat ku Îmaratê Îran bi êrişkirina ser 2 keştiyên din ên şirketa ADNOCê yên li heman herêmê tohmetbar kir.
Her wiha hefteya borî jî ADNOCê ragihandibû ku li Tengava Hurmizê êrişî 3 keştiyên wan ên din ên petrolê hatiye kirin.
Tehranê dorpêçeke defakto daniye ser Tengava Hurmizê ku rehê veguhastina enerjiya cîhanê ye.
Tehranê piştî destpêkirina şerê meha Sibatê gelek caran êrişî keştiyên bazirganiyê kiriye.
Komara Îslamî ya Îranê ragihandiye ku ew dixwaze ji wan keştiyên ku di tengavê re derbas dibin bacê bistîne lê Washington bi tundî li dijî vê gavê ye.
Agirbesta Amerîka û Îranê têk çû
Berdewamiya van êrişên li Tengava Hurmizê bû sedema têkçûna agirbesta meha Nîsanê ya di navbera Amerîka û Îranê de.
Beriya destpêkirina şerê Rojhilata Navîn Tengava Hurmizê azad bû.
Hezîrana borî peymaneke destpêkî hatibû îmzekirin ku bibe bingehek ji bo dan û standinan.
Di wê peymanê de biryar hatibû dayîn ku Îran û Uman li ser çawaniya birêvebirina tengavê li hev bikin.
Ev yek dê bi hevahengiya welatên din ên Kendavê û li gorî qanûnên navneteweyî bihata kirin.
Hefteya borî Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Mihemed Baqir Zulqeder ji bo vekirina tengavê ya bi temamî hinek merc diyar kirin.
Di nav wan mercan de bidawîanîna wî şerî heye.
Her wiha rakirina hemû cezayan û dayîna tezmînata zererên şer ên welatê wî jî di nav wan mercan de hene.


.webp&w=3840&q=75)
