Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Îzmirê Mustafa Bilici, Parlamenterê Aydinê Omer Karakaş, Parlamenterê Dîlokê Mehmet Mustafa Gurban û 7 serokên şaredariyan tevlî AK Partiyê bûn.
Bernameya Salvegera 25emîn a Damezrandina AK Partiyê hat lidarxistin.
Di bernameyê de hinek kesayetên nû tevlî AK Partiyê bûn.
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Gişrî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan rozêtên partiyê bi pêsîra wan kesên nû ve kirin.
Sê parlamenteran biryar da ku derbasî nav refên AK Partiyê bibin.
Ew jî Parlamenterê Îzmirê Mustafa Bilici, Parlamenterê Aydinê Omer Karakaş û Parlamenterê Dîlokê Mehmet Mustafa Gurban in.
Li aliyê din, 7 serokên şaredariyan jî derbasî AK Partiyê bûn.
Şardarên ku tevlî AK Partiyê bûne ev in:
Serokê Şaredariya Golbaşiyê Yakup Odabaşi, Serokê Şaredariya Kahramankazanê Eyup Çirpanioglu, Serokê Şaredariya Tavşanliya Kutahyayê Alî Kemal Derîn û Serokê Şaredariya Domaniça Kutahyayê Engîn Uysal.
Her wiha Serokê Şaredariya navçeya Hezexê ya Şirnexê Turkan Kayir, Serokê Şaredariya Hayraboluyê yê Tekirdagê Tuncer Başoglu û Serokê Şaredariya Eceabata Çanakkaleyê Saîm Zîleli jî derbasî nav refên AK Partiyê bûn.



