Hewlêr (Rûdaw) - Bi fermana Devlet Bahçelî li ser pêvajoyê straneke bi navê “Tirkiyeya Bêteror ji cîhanê re deng e” hat amadekirin.
Di beşeke stranê de amaje bi Peymana Sevrê tê dayîn û tê gotin ku ev pêvajo bersiveke li hemberî wê peymanê ye.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ferman da ku ji bo piştgiriya pêvajoyê, straneke taybet a bi navê "Tirkiyeya Bêteror ji cîhanê re deng e" were amadekirin.
MHPyê klîpa stranê li ser hesabên xwe yên torên civakî parve kir.
Di klîpa ku ji bo vê stranê hatiye amadekirin de, dîmenên mîtîngên Devlet Bahçelî û dîmenên xweza û bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine nîşandan.
Ev pêngava MHPyê wekî hewldaneke ji bo "civakîkirina" pêvajoya çareseriyê û xurtkirina peyamên yekîtiyê tê nirxandin.
Bersiva li hemberî Sevrê
Di gotinên stranê de peyamên li ser aramî û paşeroja Tirkiyeyê cih digirin.
Di beşeke stranê de wiha tê gotin:
"Ew ê ku tarîtiyê radike, rê li ber rijandina xwînê digire, paşeroja me ber bi xêrê ve dibe û mohra me ya pîroz li sedsalê dixe, Tirkiyeya Bêteror ji cîhanê re deng e."
Di dawiya stranê de amaje bi Peymana Sevrê tê dayîn û tê gotin:
“Tirkiyeya Bêteror bersiveke li hemberî têkderan û Sevrê.
Tirkiyeya Bêteror ji cîhanê re deng e.”
Peymana Sevrê
Peymana Sevrê ku 10ê Tebaxa 1920an hat îmzekirin, di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî "belgeya herî girîng a navneteweyî" tê dîtin.
Cara yekem di dîrokê de, di peymaneke fermî ya navneteweyî de navê "Kurdistan" û mafên gelê Kurd hatin tomarkirin.
Ev peyman piştî Şerê Yekem ê Cîhanê di navbera Hevpeymanan û Împaratoriya Osmanî de hat îmzekirin û Kurdistan wekî desthilateke siyasî û cografî hat qebûlkirin.
Di peymanê de çend made taybet ji bo çarenivîsa Kurdan hatibûn amadekirin.
Madeya 62yan daxwaza amadekirina planeke otonomiyê ji bo herêmên ku Kurd lê dijîn (rojhilatê Çemê Feratê) dikir.
Madeya 64an jî mafê serxwebûnê dida Kurdan.
Li gorî vê madeyê, eger gelê Kurd piştî salekê daxwaza serxwebûnê bikira û Encumena Komeleya Neteweyan ev daxwaz bipejiranda, Tirkiye neçar bû ku dest ji hemû mafên xwe yên li ser wan axan bikişanda da ku dewleta serbixwe ya Kurdistanê were avakirin.
Tevî ku ev peyman ti carî neket meriyetê û pişt re sala 1923yan bi Peymana Lozanê hat betalkirin jî di hişmendiya siyasî ya Kurdan de wekî "tapoya serxwebûnê" ma.
Peymana Sevrê îro jî wekî bingehêke hiqûqî û dîrokî ji bo daxwazên neteweyî yên Kurdan tê nîşandan.
Ev peyman di siyaseta navxwe ya Tirkiyeyê de jî bûye sedema tirs û fikareke herdemî ku jê re tê gotin "Sendroma Sevrê".
Dewleta Tirkiyeyê her pêngaveke ji bo mafên Kurdan wekî hewldanek ji bo "vejandina Sevrê" û "parçekirina welat" dibîne.
Rexneyên li ser 10ê Tebaxê
Dema ku 10ê Tebaxê Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pesendkirin, ÎYÎ Partiyê ku partiyeke netewperest e û ji destpêkê ve li dijî pêvajoyê ye, di Parlamentoyê de rexne li AK Partiyê girtin.
ÎYÎ Partiyê diyar kir ku AK Partiyê wekî amajeyek ji bo Peymana Sevrê bi qestî 10ê Tebaxê, wate roja îmzekirina wê peymanê, ji bo pesendkirina yasaya li ser pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan hilbijartiye.
Terörsüz Türkiye Dünyaya Sestir pic.twitter.com/zP0L4xAPmY
— MHP (@MHP_Bilgi) August 13, 2026



