Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li parêzgeha Yalovayê balafireke F-16ê ketiye xwarê.
Balafira şer di dema firîna perwerdeyê de qeza kiriye.
Hat destnîşankirin ku pîlotê balafirê beriya qezayê xwe avêtiye û canê xwe rizgar kiriye.
Dê lêkolîn were kirin
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser qezayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de ev zanyarî dan:
"Balafireke me ya F-16ê li Yalovayê di dema firîna perwerdeyê de ketiye xwarê û pîlotê me bi xweavêtinê rizgar bûye.
Sedema qezayê dê piştî lêkolîneke hûrgilî diyar bibe. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin."



