Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Nû Ozgur Ozel li ser dengdana yasaya çareseriyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyanî da.
Pêşniyaryasaya ku di nav raya giştî de wekî "yasaya çareseriyê" tê zanîn, di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de bi 467 dengan hatibû pesendkirin.
Di dengdana Yasaya Çarçoveyê de ji Partiya Nû 35 parlamenteran dengê "erê" û 54 parlamenteran jî dengê "na" dabû.
Modeleke nû
Ozgur Ozel ji rojnameya Nefesê re axivî û anî zimên ku wan zext li parlamenteran nekiriye.
Ozel da zanîn ku wan şêweyeke nû bi pêş xist û got:
“Me modeleke hîbrîd bi pêş xist. Di nava demokrasiyê de tiştê herî dijwar ew e ku mirov biryareke hişk bide û ferz bike."
Ozel destnîşan kir ku parlamenteran li gorî daxwaza bajarên xwe deng daye û wî ji parlamenteran re gotiye ku li gorî wijdanê xwe tevbigerin.
“Helwesta me li gorî prensîban e”
Ozgur Ozel diyar kir ku ew ne razî ne ku Wezîrê Dadê Akin Gurlek di nava şandeyê de be lê divê ew li gorî prensîban tevbigerin.
Ozel bal kişand ser rola partiya xwe û got, "Ne li gorî prensîban e ku partiyeke sosyal demokrat a ku dibêje Pirsgirêka Kurdan heye, li dijî pêngaveke wisa derkeve."
“Wijdanê min rihet e”
Serokê Giştî Partiya NÛ anî zimên ku ew tenê ji ber dijberiya Recep Tayyîp Erdogan siyasetê nakin û wî got:
"Wijdanê min rihet e. Eger di dawiyê de serkeftinek hebe ev a welêt e. Ne rast e ku em ji ber dijberiya Erdogan li dijî fikreke xwe derkevin. Bi dîtina min me biryareke rast daye."



