Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên hikûmeta Pakistanê diyar kir ku Amerîka û Îranê li ser dirêjkirina agirbesta 60 rojî li hev kir.
Ev agirbesta ku li gorî Peymana Îslamabadê hatibû ragihandin, dê 17ê Tebaxê bi dawî bibûya.
Çavkaniyên hikûmeta Pakistanê li ser mijarê ji Ajansa Anadoluyê (AA) re axivîn û zanyariyên nû dan.
Dê çi qasî bê dirêjkirin?
Çavkaniyeke hikûmeta Pakistanê ragihand ku aliyan ji navbeynkaran xwestiye ku dema agirbestê bê dirêjkirin.
Niha bi aliyan re hevdîtin tên kirin da ku were diyarkirin ka dê agirbest ji 17ê Tebaxê û pê ve çi qasî bê dirêjkirin.
Peymana Îslamabadê
Amerîka û Îranê ji bo bidawîanîna şer 17ê Hezîranê Peymana Îslamabadê îmze kiribû.
Ev şer ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê dest pê kiribû.
Bi vê peymanê biryar hatibû dayîn ku ji bo peymaneke dawî, qonaxa gotûbêjan a 60 rojî dest pê bike.



