Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser yasaya çareseriyê got, “Ev ne efûyeke giştî ye."
Pêşniyaryasaya ku di nav raya giştî de wekî "yasaya çareseriyê" tê zanîn, di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de bi 467 dengan hatibû pesendkirin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, piştî qebûlkirina vê yasayê bû mêhvanê Maseya Edîtoran a AAyê.
Kurtulmuş bal kişand ser qebûlkirina yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî û got:
"Ev yek nîşana wê piştgiriyê ye ku milet ji bo 'Tirkiyeyeke bêteror' dide siyasetê.
Bila dilê miletê me rihet be. Yasaya ku bi ew qasî baldarî hatiye amadekirin û bi tifaqeke ew qasî mezin hatiye qebûlkirin, dê ti carî zererê nede berjewendiyên me yên neteweyî.
Di yasayê de yek hevokek jî nîne ku serweriya me ya neteweyî, yekîtiya me, avahiya me ya unîter û netewedewletê xera bike."
"Ev ne efûyeke giştî ye"
Kurtulmuş destnîşan kir ku ev ne efûyeke giştî ye û wiha pê de çû:
"Dê li Komîteyê li ser her dosyeyekê yek bi yek biryar werin dayîn û dê pêkanîn di çarçoveya biryarên Komîteyê de be.
Em dê pêvajoya ji niha û pê ve bi hev re bişopînin. Em dizanin ku bandora medyayê jî di vê pêvajoyê de heye. Ji niha û pê ve dê pêvajo tîk tîk bixebite."
"Tirkiye dikare destûreke nû ya sivîl çêbike"
Kurtulmuş li ser destûra bingehîn a nû jî got, "Çêkirina destûreke nû deynê stûyê Tirkiyeyê ye."
Wî da zanîn ku ev berpirsyariyeke siyasî ye, berpirsyariya siyasetê ya li hemberî civakê ye û got:
"Ez difikirim ku êdî rewşa siyasî gihîştiye wê qonaxê ku Tirkiye dikare destûreke nû ya sivîl çêbike. Ev tablo, tabloyeke wisa ye ku dê cesaretê bide tevgereke wiha.
Yên ku serdema berê qezenc kir, emperyalîst bûn ku destên wan qirêj bûn. Em dê vê lîstikê xera bikin.
Wateya 467 dengan a li cem min ev e. Tirkiyeyê ev îrade nîşan da."
Numan Kurtulmuş: Derbarê zimanê fermî ti pêşniyar nîne
Numan Kurtulmuş got ku li ser “zimanê fermî yê dewletê” ti daxwaz an jî pêşniyar nehatiye pêşkêşkirin û ew yasa jî “serwerî û yekparçeyiya Tirkiyeyê” naxe metirsiyê û wiha peyivî:
"Di dema xebatên komîsyonê û amadekirina rapora komîsyonê de, ti daxwaz nehatiye kirin ku li dijî xetên sor ên dewletê be.
Wekî mînak, daxwaza guhertina 4 madeyên destpêkê yên destûrê were kirin an jî daxwazeke ku li dijî yekparçeyiya dewletê be, mîna federalîz an jî konfederalîzê, derbarê zimanê fermî jî ti pêşniyar arasteyî me nehatiye kirin."
Di xala 3yem a Makezagona Tirkiyeyê de tê gotin ku “yekane zimanê fermî Tirkî ye” û xala 4an jî guhertin an jî pêşniyarkirina guhertina vê madeyê qedexe dike.



