Hewlêr (Rûdaw) - Yasaya Çarçoveyê ya ku ji 12 madeyan pêk tê û 10ê Tebaxê li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hatibû pejirandin, ji bo erêkirinê ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hat şandin.
Di dengdanê de 467 parlamenteran dengê "erê", 87an dengê "na" dabû û 7 parlamenter jî bêalî mabûn.
Yasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya ku di nav raya giştî de wekî “Yasaya Çarçoveyê” tê naskirin, piştî ku li parlamentoyê hat pejirandin, niha pêşkêşî Erdogan hat kirin da ku bê pesendkirin.
Ew yasaya ku ji 12 madeyan pêk tê, bi wê armancê hatibû amadekirin ku ji bo pêvajoya çareseriyê, bingeheke hiqûqî ava bike.
Ji bo yasaya ku ji parlamentoyê derbas bûye were sepandin divê Erdogan wê erê bike.
Piştî erêkirina Erdogan, dê yasa di Rojnameya Fermî de were weşandin û bi awayê fermî dest pê bike û piştî ku yasa ket dewrê dê ew mekanîzmayên ku di Yasaya Çarçoveyê de hatine destnîşankirin dest pê bikin.



