Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li ser amadehiyên "yasaya çarçoveyê" axivî û bal kişand ser rewşa Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê.
Hatîmogullariyê destnîşan kir ku yasaya amadekirî Demîrtaş jî li xwe digire û got, "Girtina Demîrtaş û hevalên me neyasayî ye."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari beşdarî weşana Halk TVyê bû û li ser pêvajoya niha nirxandin kirin.
Di rojeva wê de bi taybetî rewşa hiqûqî ya Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê hebû.
Wê li ser çarçoveya yasayê peyamên zelal dan û ji bo Demîrtaş û Yuksekdagê wiha got:
"Ez dixwazim bi taybetî bidim zanîn ku yasa Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê li xwe digire.
Pêwîst e ev yasa bi dadperwerî were bicihanîn.
Di tabloya niha de girtina Fîgen Yuksekdag, Demîrtaş û hevalên me yên din bi temamî li dijî yasayan e.
Desthilat biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nayîne.
Divê hemû hevalên me yên di Doza Kobaniyê de di çarçoveya biryarên Dadgeha Destûrê de yekser werin berdan."
"Berî nîqaşên destûrê…"
Hatîmogullari li ser nîqaşên destûra nû jî peyivî û diyar kir ku ji bo zemîneke demokratîk divê pêşî "paqijiya rê" were kirin.
Wê anî zimên ku di atmosfereke ku navên wekî Demîrtaş û girtiyên Geziyê bi awayekî nehiqûqî girtî ne, destûreke nû bi awayekî pratîk ne gengaz e û got:
"Desthilata niha destûra heyî jî bi cih nayîne. Destûr li gorî daxwaza kesan nabe.
Divê pêşî biryarên Dadgeha Destûrê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin bicihanîn û hevalên me bigihin azadiya xwe."
"Ev ne peymaneke hilbijartinê ye, pêvajoya aştiyê ye"
Hatîmogullariyê ew angaştên ku dibêjin ev pêvajo "bazara hilbijartinê ye" red kirin.
Wê diyar kir ku ev pêngav ne tenê daxwaza partiyekê ye, mijara demokrasiyê ya hemû Tirkiyeyê ye.
Tulayê got, "Yê ku lihêfê her tim bikişîne ser serê xwe bi ser nakeve" û bal kişand ser wê yekê ku divê mesele li ser bingeha “welatîbûna wekhev” û di qada hiqûqî de were çareserkirin.
Banga ji bo mixalefetê
Hatîmogullariyê herî dawî anî zimên ku divê mixalefet jî di vê pêvajoyê de wêrek be û got:
"Mexdûriyetên ku Partiya NÛ û operasyonên li ser Birêz Ekrem Îmamoglu li ber çavan in.
Divê li hemberî hemû neheqiyan helwesteke hevpar were nîşandan.
Pêwîst e ev yasa wekî yasaya AKPyê neyê dîtin."



