Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz ji weşana zindî ya Haberturkê re peyamek şand û diyar kir ku Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya yasaya nû de ye.
"Yasaya Çarçoveyê" ji aliyê Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê ve hat qebûlkirin.
Piştî qebûlkirina yasayê, li ser mijara “Gelo Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş dê ji vê yasayê sûdê wergire yan na?” daxuyaniyên cuda hatin dayîn.
Daxuyaniya parêzerê Demîrtaş
Mahsunî Karamanê parêzerê Selahattîn Demîrtaş, berê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bal kişandibû ser vê mijarê û gotibû:
“Demirtaş û hevalên wî tenê ji ber xala 302yan a Yasaya Cezayan a Tirkiyeyê (TCK) girtî ne ku ew xal di nav çarçoveya yasayê de ye.
Dema ku ev biryar bikeve meriyetê, ji bo berdana wan ji aliyê hiqûqî ve ti guman nîne.”
Fetî Yildiz name şand
Rojnameger Alîşer Delek di bernameyeke televîzyona Haberturkê de li ser mijarê got:
“Kekê wî Nurettîn Demîrtaşê ku di nav kadroyên çiyê de ye dê vegere lê rewşa Selahattîn Demîrtaş ne zelal e.”
Rojnameger Delek piştî vê nirxandina xwe eşkere kir ku Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz ji wî re peyamek şandiye.
Delek li ser peyama ku ji Fetî Yildiz hatiye wiha axivî:
“Min di weşanê de behsa rewşa Demîrtaş kir.
Min got 'Nurettîn Demirtaşê kekê wî dê vegere lê rewşa Selahattîn Demîrtaş ne diyar e.'
Birêz Fetî Yildiz, ji weşana Haberturkê re nameyek şand û got, 'Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya yasayê de ye.'”



