Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Saziya Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mossad) ragihand ku sîxurên wan gelek caran ketine stasyona nukleerî ya Fordoyê ya Îranê ku ji wê navendê baştir fêm bikin.
Hezîrana borî, Îsraîlê li dijî Îranê şer ragihand û armanca vî şerî rawestandina bernameyên nukleerê û mûşekên balîstîk bû ku li gorî Îsraîlê "gefa" li ser hebûna welatê wan bûn.
Di wî şerê 12 rojî de, artêşa Amerîkayê ji bo demeke kurt beşdar bû û balafirên xwe yên bipêşketî ji bo bombebarankirina 3 navendên nukleerê yên Îranê yên li Fordo, Netenz û Îsfehanê bi kar anîn.
Yossi Cohenê ku di navbera salên 2015-2021ê de Serokê Mossadê bû di konferansekê de got:
"Ji bo ku em ji wî cihî baştir fêm bikin, em gelek caran li nav stasyona nukleerê ya Fordoyê geriyan."
Yossi Cohen li ser vê mijarê hûrgiliyên zêdetir nedan û her wiha destnîşan kir ku "bombebarana wî cihî ji aliyê Amerîkiyan ve pêkhatina hemû xewnên min bû."
Nakokiya li ser bernameya nukleerê
Bernameya nukleerê ya Îranê xwedî dîrokeke dûvdirêj a nakokiyên bi welatên Rojava re ye.
Her wiha yek ji wan sedeman e ku heta niha Amerîka û Îran di dan û standinên xwe de negihîştine encamê.
Tehranê her tim ev yek red kiriye ku ew hewl dide bombeya nukleerê bi dest bixe.
Cohenê ku kesekî nêzîkî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ye, di dema serokatiya xwe ya Mossadê de di peymanên asayîkirina pêwendiyan de (Peymana Îbrahîm) ya di navbera Îsraîl û Îmarat, Behreyn û Mexribê de roleke girîng lîst.
Sûdanê jî ev peyman îmze kiribû lê pişt re ew welat ket nav şerê navxwe û peyman bi cih neanî.
Yossi Cohen bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku destê wî di kuştina zanayê nukleerê yê Îranê Muhsîn Fexrîzade de hebûye ku sala 2020an hatibû kuştin lê Îsraîlê bi awayekî fermî li ser vê bûyerê daxuyanî nedane.
Piştî ku dema serokatiya wî ya Mossadê bi dawî bû, Cohen zû bi zû di medyaya Îsraîlê de xuya dibe.



