Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Libnanê projeyasaya ku cezayê bidarvekirinê bi temamî radike pejirand.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Libnanê NNAyê, parlamentoyê projeyasaya rakirina îdamê qebûl kir.
Li gorî vê yasayê, li şûna cezayê îdamê dê cezayê girtîgehê yê heta hetayê (muebet) were dayîn.
Wezîrê Dadê yê Libnanê Adil Nassar derbasbûna yasayê ya ji parlamentoyê wekî "gaveke dîrokî" pênase kir.
Adil Nassar tekez kir ku rakirina cezayê îdamê nayê wê wateyê ku dê li hemberî sûcan nermî were nîşandan.
Li Libnanê cezayê îdamê herî dawî sala 2004an, di dema serokkomariya Emile Lahud de hatibû bicihanîn.
Wê demê karmendekî Wezareta Perwerdeyê ji ber ku birêvebira wî daxwaza wî ya destûrê qebûl nekiribû 11 hevalên xwe yên kar kuştibûn, ew karmend ji ber vî sûcî hatibû îdamkirin.



.webp&w=3840&q=75)