Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku ew ji bo diyarkirina xetên nû yên veguhastinê yên li ser Tengava Hurmizê bi Umanê re nêzîkî peymaneke dawî bûne.
Lê belê Tehranê ducare kir ku ji bo vekirina vê rêya avê ya stratejîk divê Amerîka cezayan rake, qerebûyê bide (tezmînat) û dawî li gefên leşkerî bîne.
Rayedarekî Amerîkayî roja înê ji Reutersê re axivî û diyar kir ku Îran û Uman nêzîkî peymanekê ne ku dê derbasbûna ewle ya li tengavê ji nû ve pêk bîne.
Tengava Hurmizê beriya ku dawiya meha sibatê ji aliyê Îranê ve were girtin, yek ji xalên herî girîng ên derbasbûna petrol û gaza xwezayî ya cîhanê bû.
Îranê tengav wekî bersiva êrişên Amerîka û Îsraîlê girtibû.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî doh di daxuyaniyekê de got ku dan û standinên bi Umanê re di "qonaxa dawî" de ne lê belê diyar kir ku heta daxwazên Tehranê neyên bicihanîn tengav ji bo trafîkê nayê vekirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Mehrê, Eraqçî diyar kiriye ku peyman tenê xetên nû li xwe digire ku dê piştî bicihanîna şertên Îranê û vekirina tengavê werin bikaranîn.
"Têkiliya rasterast nîne"
Eraqçî destnîşan kir ku di navbera Îran û Amerîkayê de trafîka dan û standinan a rasterast nîne.
Wî got heta ku Washington peymana demkî ya meha hezîranê bin pê bike ew dest bi mizakereyan nakin û peyam bi rêya navbeynkaran tên şandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di hevpeyvîneke bi Axiosê re diyar kir ku ew bi Îranê re pêvajoyeke "asta nizm" bi rê ve dibin û got:
"Em bi wan re tenê di nava nîv-mizakereyan de ne. Em tenê enflasyona mezin a li Îranê û rastiya ku pereyên wan nemane dişopînin."
Şertên Îranê
Eraqçî diyar kir ku vekirina tengavê hinekî jî bi wê ve girêdayî ye ku Amerîka ji bo wan zererên ku di êrişên berfireh de gihandine Îranê qerebûyê bide.
Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Mihemed Baqir Zulqadir jî şertên din wiha rêz kirin:
- Bidawîhatina gefên Amerîkayê yên li ser Îranê
- Rawestandina êrişên li ser Îran, Libnan, Filistîn, Yemen û hevalbendên wan ên li Îraqê
- Rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li Kendavê
- Betalkirina cezayên li ser Îranê
- Berdana mal û milkên Îranê yên ku hatine rawestandin
Çi qewimîbû?
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişên asmanî biribûn ser Îranê. Trump gotibû ku ev êriş ji bo rêlibergirtina bipêşketina çekên nukleer û lawazkirina kapasîteya gefxwarinê ya Îranê hatine kirin.
Agirbesta meha hezîranê, meha tîrmehê piştî ku Amerîkayê li Kendavê dorpêça li ser keştiyên Îranê ducare da destpêkirin xera bûbû.
Tehranê gotibû ku ev gav binpêkirina agirbestê ye.

.webp&w=3840&q=75)

