Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmizê çend şert dan Amerîkayê.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Mihemed Baqir Zulqadir li ser vekirina Tengava Hurmizê daxuyanî da.
Mihemed Baqir Zulqadir diyar kir ku divê Amerîka helwesta xwe ya li hemberî Îranê biguherîne û got:
"Divê şer li hemû eniyan bi dawî bibe, Amerîka hêzên xwe yên li nêzîkî Îranê vekişîne û zererên şer bi temamî qerebû bike."
"Heger Amerîka helwesta xwe neguherîne tengav venabe"
Zulkadir got, heger Amerîka helwesta xwe neguherîne Tengava Hurmizê venabe.
Di nav şertên Îranê de ew heye ku Amerîka dev ji gefên li ser Îranê berde û bêrêziya li hemberî pîroziyên Îranê biqede.
Zulqadir her wiha xwest ku şerê li hemû eniyên li Libnan, Filîstîn, Yemen û Îraqê bi temamî biqede.
Rayedarê Îranî diyar kir, divê Amerîka dorpêça deryayî rake û hêzên xwe yên leşkerî yên li nêzîkî Îranê vekişîne.
"Ti carî tawîz nayê dayîn"
Tehran her wiha daxwaz dike ku pereyên cemidandî yên Îranê werin berdan.
Her wiha tê xwestin ku hemû cezayên aborî yên li ser welêt werin rakirin û zererên ku ji ber şer gihîştine Îranê werin qerebûkirin.
Zulqadir anî zimên ku Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê dê di pêvajoyên şer û dan û standinan de "ti carî" tawîzê ji van şertan nede.
Çima Tengava Hurmizê girîng e?
Îranê beriya şerê ku 40 rojan ajot jî gefa girtina Tengava Hurmizê xwaribû.
Di dema şer de jî mayînên deryayî danîbûn û tengav girtibû.
Amerîkayê jî bi dorpêça deryayî û êrişên asmanî zext li Tehranê kir.
Amerîkayê hewl da tengavê ji nû ve veke lê heta niha bi ser neketiye.
Li aliyê din Îran û Uman ji bo avakirina rêyeke ewle ya çûn û hatina deryayî hevdîtinên xwe didomînin.
Li gorî daxuyaniyên Tehranê, alî nêzîkî peymanekê ne.
Lê naveroka peymana gengaz hîn bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin.
.webp&w=3840&q=75)


