Hewlêr (Rûdaw) - Umanê diyar kir ku dan û standinên bi Îranê re yên li ser çûn û hatina li Tengava Hurmizê di nav atmosfereke erênî û avaker de bi pêş ve diçin.
Her wiha bangî aliyan kir ku xwe ji wan kiryaran dûr bigirin ku dê bandoreke neyînî li dan û standinan û bipêşketinan bikin.
Wezareta Karên Derve ya Umanê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dan û standinên bi Îranê re yên li ser çûn û hatina li Tengava Hurmizê didomin.
Hat xwestin ku divê berjewendiyên hemû aliyan li ber çavan werin girtin û alî xwe ji aloziyan dûr bigirin.
Êriş hatin şermezarkirin
Her wiha di daxuyaniyê de êrişên ducare yên li ser keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin hatin şermezarkirin.
Hat diyarkirin ku ev êriş li dijî hiqûqa navneteweyî û serweriya ava herêmî ne.
Hat gotin ku ev êriş ji bo ewlehiya çûn û hatina deryayê û aramiya herêmê metirsiyê çêdikin.
Erebistana Siûdî, Qeter, Urdin, Kuweyt, Behreyn û Konseya Hevkariya Kendavê êrişên Îranê şermezar kiribûn.
Îranê beriya niha bi mûşekan keştiyeke Îmaratê ya li Tengava Hurmizê kiribû armanc.



