Enqere (Rûdaw) - Hemû xalên projeyasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" di dengdana Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de hatin qebûlkirin.
Ev projeyasa ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de wekî "yasaya çarçoveyê" tê naskirin, li Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin.
Piştî qebûlkirina xala 10an, hemû projeyasa hat pejirandin.
Projeyasaya " Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ku bi îmzeya 360 parlamenteran radestî serokatiya parlamentoyê hatibû kirin, li Komîsyona Dadê hat gotûbêjkirin û pejirandin.
Di civînê de ji ber îtirazên ÎYÎ Partiyê yên li ser xalan, di navbera MHP û ÎYÎ Partiyê de alozî derket.
Serokê Komîteyê û Parlamenterê AK Partiyê Cuneyt Yuksek li ser girîngiya pêşniyaryasayê got:
“Bi destpêkirina gotûbêjên vê yasayê, em li ser aramiya gelê xwe, ewlehiya dewleta xwe û di sedsala duyem de parastina nirxên komarê de berpirsyariyeke hevbeş bi cih tînin.”
DEM Partî: Em gelekî bextewer in
Piştî gotûbêjên dûr û dirêj, hemû xalên projeyasayê hatin qebûlkirin.
Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku ew bi vê encamê gelekî bextewer in û got:
“Ji bo aştiya vî welatî em di qonaxeke din re jî derbas bûn.
Îşev ji bo bihevrejiyan û yekîtiyê me gaveke gelekî girîng avêt.
Yên ku keda wan di vê bexteweriyê de heye û bûne şirîkê kêfxweşiya me, em spasiya hemûyan dikin.”
Projeyasa piştî ku ji qonaxa komîteyê derbas bû, dê biçe Komîteya Giştî ya parlamentoyê.
Tê pêşbînîkirin ku li wir jî bi piraniya dengan were pejirandin.
Projeyasayê di nav xelkê de ji bo aştiyeke mayînde hêviyeke zêde ava kiriye.
Endezyar Saît Efeler li ser mijarê got:
“Bê guman danîna çekan û vegera ji çiyayan gelekî baş e.
Em hemû vê dixwazin lê ev yek bi demokrasiyê dibe. Beriya her tiştî pêwîst e demokrasî hebe.
Li welatekî ku kesên wekî Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala û parêzer di girtîgehan de bin, dê mesele çawa çareser bibe?
Beriya her tiştî demokrasî pêwîst e.”
Welatiyê malnişîn Metîn Karaduman jî got:
“Baş e ku êdî leşkerên me nayên kuştin.
Em piştgiriya vê yekê dikin lê pêwîst e ku hikûmet baweriyê bide xelkê.”
Piştî ku hemû qonaxên li parlamentoyê temam bûn, projeyasa dê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve were îmzekirin.
Piştî ku di Rojnameya Fermî de were belavkirin, dê bibe yasa.
.webp&w=3840&q=75)


