Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmenê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku hêzên biyanî "sedema sereke" ya nearamiyê ne û divê ji herêmê derkevin.
Wî her wiha got ku welatên herêmê bi xwe dikarin ewlehiya xwe dabîn bikin.
Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yê Kar û Barên Navneteweyî Elî Ekber Wîlayetî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
"Guherînên dawiyê bi berxwedana hêzên çekdar û gel, her wiha bi wêrekiya Eniya Berxwedanê pêk hatin."
Elî Ekber Wîlayetî Amerîka û Îsraîl wekî aliyên "têkçûyî" yên şer bi nav kirin û anî zimên:
"Bi têkçûna wan, ew bawerî xurt bû ku hêzên biyanî sedema sereke ya nearamiyê ne."
"Ewlehiya herêmê"
Şêwirmendê Rêberê Îranê di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser ewlehiya herêmê û got:
"Divê hêzên biyanî herêmê biterikînin.
Welat bi xwe dikarin bi hevkariya hev ewlehiya xwe dabîn bikin."
Ev peyama Wîlayetî di demekê de ye ku gelek baregehên leşkerî yên Amerîkayê li nav axa welatên herêmê ne.
Hêzên çekdar ên Îranê di qonaxên cuda de wekî bersivdana êrişên li ser welatê xwe, bi dron û mûşekan ew baregeh kirine armanc.
Rojhilata Navîn ji ber şerê Îran û Amerîkayê di rewşeke nearam de ye û di navbera peymanekê û destpêkirina şerekî berfireh de diçe û tê.



