Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyaryasaya taybet bi pêvajoya çareseriyê ya bi navê "Pêşniyaryasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ku ji aliyê AK Partî û MHPyê ve hatibû amadekirin, 5ê Tebaxê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin.
DEM Partiyê jî bi îmzekirina wê piştgiriya xwe ji bo pêşniyaryasayê nîşan da.
Pêşniyaryasaya ku bi navê " Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" hatiye amadekirin ji 12 xalan pêk tê.
Xalên vê pêşniyaryasayê yên ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatine amadekirin eşkere bûne.
Armanca vê pêşniyaryasayê ew e ku were tespîtkirin û piştrastkirin ku rêxistina PKK û KCKyê û hemû pêkhateyên bi ser wan ve dawî li hebûna xwe anîne û hemû çek û cebilxaneyên xwe radest kirine.
Di pêşniyaryasayê de hatiye dîtin ku Abdullah Ocalan û ew kesên ku beriya sala 2005an ceza li wan hatiye birîn, li derveyî çarçoveyê hatine hiştin.
Temamiya Projeyasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî:
Sedemên giştî
Armanc û erkên sereke yên dewletê; parastina serxwebûn û yekparçeyiya gel, dabeşnebûna welat, komarparêzî û demokrasiyê ye. Her wiha, ewlehî, aramî û bextewariya kesan û civakê misoger dike; hewldana ji bo rakirina wan astengiyên ku maf û azadiyên bingehîn ên takekesî sînordar dikin û bi prensîbên dewleta hiqûqî ya civakî û dadmendiyê re neguncayî ne; her wiha afirandina şert û mercên pêwîst ji bo bipêşketina madî û manewî ya mirov e. Ev berpirsyarî, li gel parastina nîzama giştî, xurtkirina aştiya civakî jî dike yek ji erkên esasî yên dewletê.
Di destpêka sedsala duyemîn a komara me de, welatê me bi nerîneke nû ve ber bi siberojê ve gav davêje ku prensîbên ewlehî, demokrasiyê û dewleta hiqûqê wekî hêmanên temamkerê hev dibîne. Di rastiyê de, ev sedsal ne tenê derbirîna serdemeke nû ye; di heman demê de derbirîna dîtineke wiha ye ku xwezaya demokratîk a dewleta hiqûqê xurtir dike, yekîtî û tifaqa niştimanî pêk tîne, aramiya civakî ber bi berdewamiyê ve dibe û paşeroja hevpar a gelê me misoger dike. Ev dîtin, di çarçoveya yekparçeyiya dewletê li gel welat û gelê wê, prensîba serweriya niştimanî û hişmendiya hevwelatîbûnê de teşe digire; ne tenê parastina nîzama giştî, her wiha xurtkirina hevgirtina civakî û avakirina paşerojeke hevpar li ser bingeheke bihêztir jî pêwîst dibîne.
Tirkiyeyeke ku teror tê de bi temamî bi dawî bûbe; soza paşerojeke bihêztir di warê ewlehî, demokrasî, bipêşketina aborî û dewleta hiqûqê de dide. Arastekirina wan çavkaniyên ku bo ewlehiyê hatine veqetandin ber bi perwerde, zanist, teknolojî, hilberîn, binesazî û bipêşketina civakî ve, wê beşdariyeke girîng bike di xurtkirina atmosfera aramiyê de li her quncikekî welat û piştrastkirina wê yekê ku nifşên paşerojê dûr ji bandora tundûtûjiyê û di nav ewlehiyê de bijîn.
Divê were zanîn ku di pêvajoya têkoşîna bi salan de ne tenê rêkarên ewlehiyê hatine girtin; her wiha siyasetên piralî yên aborî, civakî û demokratîk jî hatine meşandin. Lewra ev pirsgirêk ne tenê li ser bingeha ewlehiyê hatiye nirxandin, her wiha bi hemû reng û aliyên xwe ve hatiye gotûbêjkirin û helwesteke giştgîr hatiye nîşandan. Di vê çarçoveyê de, bi taybetî ji sala 2002an ve, bi mebesta xurtkirina maf û azadiyên bingehîn, xurtkirina pêwendiya navbera dewlet û gel û bilindkirina pîvanên demokratîk, çaksaziyên giştgir hatine kirin. Bi rêya wan guhertinên destûrî û rêziknameyên qanûnî yên ku ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê û gelê me ve hatine pesendkirin, bipêşketinên girîng di warê dewleta hiqûqê û demokratîzekirinê de hatine bidestxistin.
Di çarçoveya vê têgihiştinê de; li ser bingeha yekparçeyiya dewleta Komara Tirkiyeyê li gel welat û gelê wê, prensîba dewleta hiqûqê, sîstema siyasî ya demokratîk û li ber çav girtina ewlehiya giştî, armanc çespandina berdewamiya aramiya civakî ye. Naveroka vê dîtinê, misogerkirina hevgirtina civakî û parastina nirxên hevpar ên gelê me ye, bi rêya hilweşandina pêkhateyên çekdar û xurtkirina qada siyaseta demokratîk.
Di bin vê ronahiyê de, Komîsyona Yekrêziya Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ku di nava Parlamentoya Tirkiyeyê de hatiye damezrandin, wekî navendeke girîng a şêwirmendî û nirxandinê xizmet kiriye ku beşdarî di anîna holê ya nêrînên siyasî yên cuda, pêdiviyên civakî û nirxandinên hiqûqî li ser zemîneke hevpar de kiriye. Karên komîsyonê rê li ber nirxandina piralî ya pirsgirêkan, diyarkirina qurbaniyan, xurtkirina lihevkirina civakî û gotûbêjkirina giştgir a wan rêziknameyên qanûnî yên pêwîst vekiriye. Bi vî awayî, berpirsyariya destûrî ya Parlamentoya Tirkiyeyê, ku cihê şênberbûna îradeya gel e, di çareserkirina pirsgirêkên civakî de careke din bi kiryar hat piştrastkirin.
Dewleta hiqûqê ne tenê sîstemek e ku cezakirina tawanan bike bingeha xwe. Dewleta hiqûqê derbirîna têgihiştineke piralî ye ku pêkanîna dadmendiyê, parastina ewlehiya giştî, xurtkirina aramiya civakî û ji nû ve girêdana wan kesên ku tawan kirine bi civakê re, li ber çavan digire. Di vê çarçoveyê de, sîstema dadweriya cezayê ne tenê armanca bersivdayîna tawana borî heye, her wiha xizmetê dike ji bo dabînkirina nîzam û ewlehiya giştî, rêgirtina li dûbarebûna tawanê, handana kesê cezakirî ji bo jiyaneke girêdayî qanûnan û xurtkirina aştiya civakî.
Xurtkirin û berdewamkirina wê qonaxa ku em niha gihîştinê, ji bilî domandina bi bandor a rêkarên ewlehiyê, pêwîstiya wê bi bipêşketina sîstema dadweriya cezayê jî heye bi şêwazekî ku di heyama demdirêj de piştgiriyê bide ewlehiya giştî. Di vê çarçoveyê de, bi vê pêşniyara ku hatiye amadekirin; armanc ew e ku rê li ber dubarebûna êşên wiha di paşerojê de bê girtin, parastina destkeftiyan, cîgirkirina bihêztir a ewlehiya giştî, bipêşketina sîstema dadweriya cezayê û di rewşên guncaw de, vegerandina kesên pêwendîdar bo nav civakê wekî kesên girêdayî nîzama yasayî be.
Desthilata nirxandina yasadaner di diyarkirina siyasetên ceza û bicihanîna wan de, desthilateke destûrî ye bi mebesta bidestxistina berjewendiya giştî di nav sînorên prensîbên dewleta hiqûqê de. Bi li ber çav girtina guherîna şert û mercên civakî, asta rêkarên ewlehiyê, encamên bicihanîna sîstema dadweriya cezayê û pêdiviyên nîzama giştî, encamdana rêziknameyên nû di sîstema dadweriya cezayî de, yek ji erkên siruştî û destûrî yên desthilata yasadanînê ye di dewletên hiqûqî yên pêşketî de.
Pêşniyar ne rêziknameyek e ku biryarên cezakirinê red bike, siruşta yasayî ya tawanan biguherîne yan jî berpirsyariya cezayî bi dawî bike. Pêvajoya lêkolîn û dadgehkirinê ya berdewam û biryarên qetî yên cezakirinê bi hemû şopên xwe yên yasayî tê parastin; ti guhertin derbarê sifeta tawanê, biryara cezakirinê yan berpirsyariya cezayî nehatiye pêşbînîkirin. Di vî warî de pêşniyar, di warê siruşta yasayî de, rêziknameyeke qanûnî ya sînordar û mercdar e ku têkildarî sîstema dadweriya cezayê û qanûna bicihanîna cezayî (înfaz) e.
Ji bo ku pêvajoya "Tirkiyeya bê teror" li ser zemîneke saxlem, rastîn û berdewam bê danîn, ezmûnên navneteweyî jî hatine nirxandin. Bi li ber çav girtina ezmûna têkoşîna zêdetirî çil salan, "modeleke tirkî" ya resen teşe girtiye, ku li ser bingeha ezmûna welatê me, rastiya civakî û kevneşopiya dewletdariyê hatiye avakirin. Pêşniyar, ku li ser bingeha wê rapora ku ji aliyê Komîsyona Piştgiriya Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ve bi nerîna pêşîdayîna li hişê hevpar û xalên hevbeş hatiye amadekirin, çarçoveyeke bingehîn pêk tîne ku yekem gava wan rêziknameyên yasayî ye ku di pêvajoyê de hatine pêşbînîkirin.
Bi li ber çav girtina siruşta dînamîk a pêvajoyê, li gorî wan pêdiviyên ku di dema bicihanînê de derdikevin, ezmûnên bidestxistî û guherîna şert û mercan, ji bo misogerkirina bipêşketina pêvajoyê li gorî armanca wê, dibe ku di çarçoveya desthilata nirxandina yasadanînê de maytêkirin di qanûnên pêwendîdar de bê kirin an jî qanûna nû bê derxistin.
Divê were zanîn ku pêvajoyê, ne tenê li welatê me, her wiha bi armanca ji nû ve avakirina aştî û biratiyê ye li temamiya wê erdnîgariya ku welatê me tê de ye. Di vê çarçoveyê de, pêvajoya ku bi hilweşandina rêxistinê û daxistina çekan dest pê dike, bi xistina jêr bicihanîna rêziknameyên yasayî yên pêwîst, dê êdî bibe berhema gel.
Pêşniyar, bi wan sedemên li jor hatine ravekirin hatiye amadekirin.
Sedemên Xalan
Xala 1- Bi vê xalê, armanc û heyama amadekirina yasayê tê diyarkirin. Bi benda yekem a xalê, tê pesendkirin ku armanca yasayê; piştî belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Niştimanî di rojnameya fermî de derbarê diyarkirina bidawîhatina hebûna pratîkî ya rêxistina terorîstî ya PKK/KCK û tevahiya wan pêkhateyên ku pêwendiya wan pê re heye û radestkirina tevahiya çek û teqemeniyên wan ji dezgehên ewlehiyê re û piştrastkirina wê, diyarkirina rêkarên bipaşxistina bicihanîna lêpirsîn û dadgehkirinên berdewam û biryarên sizadanê yên derketî û rêkarên din ên ku tên encamdan e.
Bi benda duyem a xalê, tê hikumkirin ku bendên vê yasayê tawanên damezrandin an birêvebirina rêxistina terorîstî ya PKK/KCK, endambûn an hevkariya bi zanabûn û bi qestî û propagandakirina ji bo rêxistinê, li gel wan tawanên di çarçoveya çalakiyên vê rêxistinê de hatine encamdan û wan tawanên di berjewendiya vê rêxistinê de li gorî Yasaya hejmar 6415 ya li dijî dabînkirina darayî ji bo terorê hatine encamdan, li xwe digire. Bi vî awayî çarçoveya yasayê tenê bi wan tawanên di xalê de hatine ziman û bi çalakiyên rêxistina terorîstî ya PKK/KCK re pêwendîdar in, tê sînordarkirin.
Xala 2- Bi vê xalê, xala pênaseyan tê birêxistin.
Xala 3- Bi vê xalê, rêkxistina pêwendîdar bi bipaşxistina lêpirsîn û darizandinan tê pesendkirin.
Bi benda yekem a xalê, bi şertê belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Niştimanî di rojnameya fermî de derbarê diyarkirina bidawîhatina hebûna rêxistinê û radestkirina tevahiya çek û teqemeniyên wan ji dezgehên ewlehiyê re û piştrastkirina wê, ji bilî wan lêpirsîn û dadgehkirinên ji ber tawana kuştina bi qestî ku di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de hatine encamdan, her wiha beriya dîroka 01.06.2005an di çarçoveya çalakiyên vê rêxistinê de hatine encamdan û cezayê zindanîkirina hetahetayî yan zindanîkirina hetahetayî ya girankirî li ser wan tê sepandin; lêpirsîn û dadgehkirinên ji ber wan tawanên ku dikevin çarçoveya Xala 1emîn a vê yasayê û cezayê wan di asta bilind de 15 sal an kêmtir zindanîkirin e, bo maweya pênc salan û wan lêpirsîn û dadgehkirinên ji ber wan tawanên cezayê wan ji 15 sal zindanîkirinê zêdetir e yan cezayê zindanîkirina hetahetayî, yan zindanîkirina hetahetayî ya girankirî li ser wan tê sepandin, bo maweya deh salan bên bipaşxistin.
Pêwîst e were zanîn ku di maweya bipaşxistinê de maweya derbasbûna dema dosyeyê nayê hejmartin. Dosye û belgeyên ji bo selmandina tawana pêwendîdar bi wan tawanên biryara bipaşxistina wan derketiye hatine bikaranîn, ji dîroka derxistina biryara bipaşxistinê ve di maweya bipaşxistinê de tên parastin.
Bi rêkxistinê tê pesendkirin ku ji bo wan kel û pel û darayiyên mijara destbisergirtinê (musadere) ne, li gel biryara bipaşxistinê biryara tesfiyekirina wan derkeve û wekî dahat ji bo xezîneya dewletê bên tomarkirin.
Ji bilî vê, tê hikumkirin ku biryara derketî li gorî vê bendê bo wan kesan tê ragihandina, ku mafê wan ê serlêdana rêyên yasayî heye, û di biryarê de mafê serlêdan û îtîrazkirinê li gel sedem û maweya wê û desthilata pêwendîdar tê nîşandan.
Bi benda duyem a xalê, ew kesên mafê wan ê serlêdana rêyên yasayî li hemberî biryara bipaşxistinê heye, ku di qonaxa lêpirsînê de ji aliyê dozgeriya giştî ve tê derxistin, dikarin di maweya du hefteyan de serî li Dadgeha Sulh û Cezayê bidin. Li hemberî wan biryarên ku ji aliyê dadgehê ve di qonaxa dadgehkirinê de derbarê bipaşxistina dadgehkirinê de derdikevin, di maweya du hefteyan de ji aliyê kesên mafê wan ê serlêdana rêyên yasayî heye, rêya îtîrazkirinê vekirî dibe.
Bi benda sêyem a xalê, destpêkirina lêpirsînê piştî dîroka belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Niştimanî di rojnameya fermî de, ji bo wan tawanên beriya vê dîrokê hatine encamdan û dikevin çarçoveya Xala 1emîn a vê yasayê, bi razîbûna encumenê ve tê girêdan.
Xala 4- Bi vê xalê, rêkxistina pêwendîdar bi rêkarên dadwerî derbarê rêkarên parastinê û wan dosyeyên di qonaxa lêkolîna rêya yasayî de ne, tê pesendkirin.
Bi benda yekem a xalê, wan rêkarên parêzerî yên pêwendîdar bi girtin û çavdêriya dadwerî ku ji ber wan tawanên biryara bipaşxistina wan li gorî Xala 3an tê derxistin derketine, ji aliyê dadwer an dadgeha desthilatdar di qonaxa lêpirsîn an dadgehkirinê de yan jî ji aliyê dadgeha herêmî ya pêwendîdar an beşa sizayî ya li Dadgeha Temîzê tê nirxandin û di rewşa hebûna mercan de biryara rakirina van rêkaran tê dayîn. Bi vî awayî tê misogerkirin ku ji aliyê desthilata pêwendîdar ve bi lez biryar li ser rêkarên parastinê bê dayîn.
Bi benda duyem a xalê, wan dosyeyên di qonaxa lêkolîna rêya yasayî ya îstînaf an temîzê de ne, pêwendîdar bi wan tawanên biryara bipaşxistina wan li gorî Xala 3an tê derxistin, biryara betalkirinê ji bo dosyeyê tê derxistin. Pêwîst e were zanîn ku ji bo bicihanîna vê xalê, divê biryara Encumena Ewlehiya Niştimanî ya di Xala 1emîn de hatiye nîşandan di rojnameya fermî de hatibe belavkirin û daxwaza nivîskî ya di Xala 9an de hatiye nîşandan hatibe encamdan. Li gorî vê, ji ber belavkirina yasayê di rojnameya fermî de rêkar bi awayekî rasterast li gorî bendên vê xalê nayê kirin. Ji aliyekî din ve, ji bo wan rewşên ku zêdetir di berjewendiya kesî de ne wekî biryara beraetê yan ketina dosyeyê ji ber derbasbûna maweyê, ji bo wan dosyeyên di rêya yasayî ya îstînaf an temîzê de ne, bêyî derxistina biryara betalkirinê, lêkolîn di naveroka dosyeyê de tê kirin û bi vî awayî dadgehkirin dawî lê tê.
Xala 5- Bi vê xalê, rêkxistina pêwendîdar bi tomarkirina biryarên bipaşxistinê û encamdana rêkarên dadwerî di rewşa dubare-encamdana tawanê de di maweya bipaşxistinê de tê kirin.
Bi benda yekem a xalê, wan biryarên bipaşxistinê ku li gorî Xala 3an derdikevin, di sîstemeke xwe ya taybet de tên tomarkirin. Ev tomar tenê di rewşeke wisa de tên bikaranîn ji bo wê armanca di benda duyem de hatiye diyarkirin, ku ji aliyê dozgeriya giştî, dadwer an dadgehê ve di pêwendiya wan a bi lêpirsîn an dadgehkirinekê re tên xwestin.
Bi benda duyem a xalê, di rewşa encamdana yek ji tawanên terorîstî di maweya bipaşxistinê de ji dîroka derxistina biryara bipaşxistinê ve, biryara bipaşxistinê tê rakirin û dest bi lêpirsîn û dadgehkirinê tê kirin û di rewşa derketina biryara sizadanê ji ber wê lêpirsîn an dadgehkirina bi vî awayî hatiye encamdan, bicihanîna sizadanê li gorî Xala 6an nayê bipaşxistin û biryara sizadanê bi tevahiya bendên xwe yên yasayî tê bicihanîn. Her wiha tê pesendkirin ku eger maweya diyarkirî bêyî encamdana tawana terorîstî derbas bibe, ji bo dosyeyên qonaxa lêpirsînê biryara nebûna sedemê ji bo dadgehkirinê û ji bo dosyeyên qonaxa dadgehkirinê biryara ketina (girtina) dosyeyê tê derxistin.
Xala 6- Bi vê xalê, rêkxistina pêwendîdar bi bipaşxistina bicihanîna biryarên sizadanê (înfaz) tê pesendkirin.
Bi benda yekem a xalê, bi şertê belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Niştimanî di rojnameya fermî de derbarê diyarkirina bidawîhatina hebûna pratîkî ya rêxistinê û radestkirina tevahiya çek û teqemeniyên wan ji dezgehên ewlehiyê re û piştrastkirina wê, ji bilî wan kesên ji ber tawana kuştina bi qestî ku di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de hatine encamdan hatine sizadan, her wiha beriya dîroka 01.06.2005an di çarçoveya çalakiyên vê rêxistinê de cezayê zindanîkirina hetahetayî yan zindanîkirina hetahetayî ya girankirî li ser wan hatiye sepandin; ji bo wan kesên ji ber tawanên dikevin çarçoveya Xala 1emîn a vê yasayê hatine sizadan:
a) Sizadar bi cezayê zindanîkirina bi giştî 15 sal an kêmtir, bicihanîna cezayê wan bo maweya pênc salan tê bipaşxistin.
b) Sizadar bi cezayê zindanîkirina bi giştî ji 15 salan zêdetir an cezayê zindanîkirina hetahetayî yan hetahetayî ya girankirî, bicihanîna cezayê wan bo maweya deh salan tê bipaşxistin.
Bi biryara dadwerê bicihanîna cezayê (înfaz), ceza tê bipaşxistin. Bicihanîna vê bendê rê li ber bicihanîna biryarên destbisergirtinê (musadere) nagire. Her wiha di maweya bipaşxistinê de maweya derbasbûna dema cezayê nayê hejmartin.
Bi benda duyem a xalê, tê hikumkirin ku li hemberî wan biryarên bipaşxistinê yên ku li gorî benda yekem ji aliyê dadwerê bicihanîna cezayê ve tên derxistin, dikare îtîraz bê kirin.
Bi benda sêyem a xalê, ew biryarên bipaşxistinê yên li gorî benda yekem tên derxistin, di wê sîstemê de tên tomarkirin ku li gorî benda yekem a Xala 5an hatiye avakirin. Pêwîst e were zanîn ku ev tomar tenê di rewşeke wiha de tên bikaranîn ku ji bo wê armanca di benda çarem de hatiye diyarkirin, ku ji aliyê dozgeriya giştî, dadwer an dadgehê ve di pêwendiya wan a bi lêpirsîn an dadgehkirinekê re tên xwestin.
Bi benda çarem a xalê, tê pesendkirin ku di rewşa encamdana yek ji tawanên terorîstî di maweya bipaşxistinê de ji dîroka derxistina biryara bipaşxistinê ve, biryara bipaşxistinê ji aliyê dadwerê bicihanîna cezayê ve tê rakirin û biryara berdewamkirina bicihanîna cezayê tê dayîn. Eger maweya bipaşxistina diyarkirî bêyî encamdana tawana terorîstî derbas bibe, cezayê hatiye sepandin wekî cîbicîkirî tê hejmartin. Şopandina biryarên bipaşxistinê ji aliyê dozgeriyên giştî ve tê kirin.
Xala 7- Bi vê xalê, avakirina encumenekê ji bo şopandina pêvajoyê, dabînkirina hevahengiyê û bicihanîna bendên vê yasayê tê pêşbînîkirin.
Bi benda yekem a xalê, tê pesendkirin ku şopandin û nirxandina bicihanîna çalakiyên çarçoveya vê yasayê; piştî belavkirina yasayê di rojnameya fermî de, ji aliyê encumenekê ve tê kirin ku di bin serokatiya cîgirê serokkomar de û bi endamtiya wezîrê dad, wezîrê derve, wezîrê navxwe, wezîrê berevaniya niştimanî, sekreterê giştî yê serokatiya komarê, serokê dezgeha îstixbarata niştimanî û sekreterê giştî yê encumena ewlehiya niştimanî pêk tê. Her wiha destûr tê dayîn ku di dema pêwîst de ji aliyê Encumenê ve bin-komîsyon (lijne) bên avakirin û nûnerên wezaret, dezgeh û rêxistinan li gel wan kesên ku bo civînên Encumen û komîsyonan pêwîst tên dîtin, bên vexwendin.
Bi benda duyem a xalê, dikare ji aliyê encumenê ve raspardin di bin-komîsyonan de (lijne) bê kirin bo misogerkirina bipêşketina pêvajoyê û hevahengiya wê ji aliyê rêxistinê ve.
Bi bende sêyem a xalê, piştî belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Niştimanî ya ku di Xala 1emîn de hatiye nîşandan di rojnameya fermî de, di bin ronahiya armanc û maweya vê yasayê de; li ser bingeha raporên çavdêriyê yên pêwendîdar bi tesfiyekirina temamî ya rêxistinê û vê rewşê, dikare bi şêwazeke dewreyî (peryodîk) ji aliyê encumenê ve nirxandin bê kirin. Di rewşeke wiha de ku encumen pêwîst bibîne, daxwaznameyên derbarê rêkxistinên dadwerî, îdarî û yasayî tên pêşkêşkirin.
Bi benda çarem a xalê, biryarên bipaşxistinê yên li gorî vê yasayê tên derxistin, piştî belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Niştimanî ya ku di Xala 1emîn de hatiye nîşandan di rojnameya fermî de, bi şêwazeke dewreyî ji aliyê Encumenê ve tên nirxandin û di rewşa pêwîst de;
a) Rakirina bêparkirina ji mafan ku ji ber lêpirsîn û dadgehkirinên ku pêk hatine bi tevahiya şopên xwe ve, di dadgeha sulh û cezayê de.
b) Rakirina bêparkirina ji mafan ku ji ber biryarên sizadanê pêk hatine bi tevahiya şopên xwe ve, di dadgeha sulh û cezayê de, ji aliyê Encumenê ve tê xwestin. Li ser daxwaznameyê ji aliyê desthilata pêwendîdar ve biryar tê dayîn. Dikare li hemberî van biryaran îtîraz bê kirin.
Ji bo ku bê kirin daxwazname li gorî bende (b) ya vê beşê bê pêşkêşkirin, divê ji bo biryarên bipaşxistinê yên bi pênc salan hatine dayîn - du sal û ji bo biryarên bipaşxistinê yên bi deh salan hatine dayîn - sê sal bi ser dîroka derxistina biryarê de derbas bûbe.
Bi benda pêncem a xalê, bi zelalî tê hikumkirin ku Encumen bi şêwazeke berdewam rapor û agahiyên derbarê karên xwe pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê dike.
Ji aliyê serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê ve komîsyona çavdêriyê tê avakirin bo çavdêrîkirina çalakiyên çarçoveya vê yasayê. Komîsyona çavdêriyê, çavdêriya çalakiyên çarçoveya vê yasayê dike û dikare raspardeyan pêşkêş bike.
Bi benda şeşem a xalê, tê pesendkirin ku xizmetguzariyên sekreteriya encumenê ji aliyê sekreteriya giştî ya serokatiya komarê ve tê bicihanîn.
Xala 8- Bi vê xalê, rêxistina pêwendîdar bi radestkirina çek û kel û pelan tê kirin.
Bi benda yekem a xalê, tê pesendkirin ku ew çek, teqemenî, otomobîl, kel û pel, xalên teqemenî û her cure mal û kel û pelên din ku endamên rêxistinê di çarçoveya vê yasayê de li gel xwe tînin an radigihînin, tên tomarkirin.
Bi bende duyem a xalê, tê hikumkirin ku rêkar û prensîbên bicihanîna vê xalê derbarê pêvajoya tomarkirinê û ew çek, teqemenî, otomobîl, kel û pel, xalên teqemenî û cureyên din ên kel û pelên hatine tomarkirin, bi wergirtina raya dezgehên ewlehiyê ji aliyê Wezareta Navxwe û Wezareta Berevaniya Niştimanî ve tên diyarkirin.
Xala 9- Bi vê xalê, bendên vê yasayê li hemberî wan kesên ku piştî belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Niştimanî ya ku di Xala 1emîn de hatiye nîşandan di rojnameya fermî de, di maweya şeş mehan de bi nivîskî daxwazname ji bo sûdmendbûna ji bendên vê yasayê pêşkêşî dozgeriya giştî ya cihê xwe, an wan dezgehên ku ji aliyê Encumenê ve hatine raspardin dikin, tên bicihanîn.
Xala 10- Bi vê xalê, rêkxistina erk û berpirsyariyan tê pesendkirin.
Bi benda yekem a xalê, ew erkên ku di çarçoveya vê yasayê de tên spartin, ji aliyê dezgeh û rêxistinên giştî yên pêwendîdar ve bi lezgînî tên bicihanîn.
Bi benda duyem a xalê, tê pesendkirin ku ew kesên di çarçoveya armanc û çalakiyên vê yasayê de erkên hatine spartin cîbicî dikin, ji ber van erkên xwe berpirsyariya yasayî, îdarî an cezayî li ser wan nakeve. Bi vê rêkxistinê, misogeriya yasayî (parêzbendiya yasayî) ji bo tevahiya berpirsan tê dabînkirin ku kar ji bo bidestxistina armanca vê yasayê dikin, di pêşiya wan de endamên Komîsyona Yekrêziya Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê.
Xala 11- Xala ketina warê bicihanînê ye.
Xala 12- Xala bicihanînê ye.
Armanc û Dem
Xala 1-
(1) Armanca vê yasayê; piştî belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Niştimanî di rojnameya fermî de derbarê diyarkirina bidawîhatina hebûna pratîkî ya rêxistina terorîstî ya PKK/KCK û tevahiya pêkhateyên ku pêwendiya wan pê re heye û radestkirina tevahiya çek û teqemeniyên wan ji dezgehên ewlehiyê re û piştrastkirina wê, diyarkirina rêkarên bipaşxistina bicihanîna lêpirsîn û dadgehkirinên berdewam û biryarên sizadanê yên derketî û rêkarên din ên ku tên encamdan e.
(2) Bendên vê yasayê; tawanên damezrandin an birêvebirina rêxistina terorîstî ya PKK/KCK, endambûn an hevkariya bi zanabûn û bi zanebûn û propagandakirina ji bo rêxistinê, li gel wan tawanên di çarçoveya çalakiyên vê rêxistinê de hatine encamdan û wan tawanên di berjewendiya vê rêxistinê de li gorî Yasaya hejmar 6415 ya bi dîroka 07.02.2013an ya li dijî dabînkirina darayî ji bo terorê hatine rêkxistin, di nav xwe de digire.
Pênase
Xala 2-
(1) Di vê yasayê de;
a) Rêxistin: Rêxistina terorîstî ya PKK/KCK û tevahiya pêkhateyên wê yên pêwendîdar,
b) Encumen: Ew Encumena ku li gorî Xala 7an a vê yasayê tê avakirin.
Bipaşxistina lêpirsîn û darizandinan
Xala 3-
(1) Bi şertê belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Niştimanî di rojnameya fermî de derbarê diyarkirina bidawîhatina hebûna pratîkî ya rêxistinê û radestkirina tevahiya çek û teqemeniyan ji dezgehên ewlehiyê re û piştrastkirina wê, ji bilî wan lêpirsîn û dadgehkirinên ji ber tawana kuştina bi qestî ku di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de hatine encamdan, her wiha yên beriya dîroka 01.06.2005an di çarçoveya çalakiyên vê rêxistinê de hatine encamdan û cezayê zindanîkirina hetahetayî an zindanîkirina hetahetayî ya girankirî li ser wan tê sepandin; wan lêpirsîn û dadgehkirinên dikevin çarçoveya Xala 1emîn û cezayê wan di asta bilind de 15 sal an kêmtir zindanîkirin e, bo maweya pênc salan; û wan lêpirsîn û dadgehkirinên ji ber tawanên cezayê wan ji 15 sal zindanîkirinê zêdetir e an cezayê zindanîkirina hetahetayî, an zindanîkirina hetahetayî ya girankirî li ser wan tê sepandin, bo maweya deh salan tên bipaşxistin. Di maweya bipaşxistinê de maweya derbasbûna dema dozê (dosyeyê) nayê hejmartin. Dosye û belgeyên ji bo selmandina tawana pêwendîdar bi van tawanên han, ji dîroka derxistina biryara bipaşxistinê ve di maweya bipaşxistinê de tên parastin. Ji bo wan kel û pel û darayiyên mijara destbisergirtinê (musadere) ne, li gel biryara bipaşxistinê biryara tesfiyekirina wan derdikeve û wekî dahat ji bo xezîneya dewletê tên tomarkirin. Biryar li wan kesên mafê wan ê serlêdana rêyên yasayî heye tê ragihandin. Di biryarê de mafê îtîrazkirinê û sedema wê li gel maweya wê û desthilata pêwendîdar tê nîşandan.
(2) Li hemberî wan biryarên ku li gorî bende yekem ji aliyê dozgeriya giştî ve tên derxistin, ew kesên mafê wan ê serlêdana rêyên yasayî heye, dikarin di maweya du hefteyan de serî li Dadgeha Komarê bidin. Li hemberî wan biryarên ku li gorî bende yekem derbarê bipaşxistina dadgehkirinê de ji aliyê dadgehê ve tên derxistin, di maweya du hefteyan de dikare îtîraz bê kirin.
(3) Destpêkirina lêpirsînê piştî dîroka belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Neteweyî di Rojnameya Fermî de ji bo wan tawanên beriya vê dîrokê hatine encamdan û dikevin çarçoveya Xala 1emîn, bi razîbûna Encumenê ve tê girêdan.
Rêkarên parastinê û ew dosyeyên di qonaxa lêkolîna rêya yasayî de ne
Xala 4-
(1) Wan rêkarên parêzerî yên pêwendîdar bi girtin û çavdêriya dadwerî ku ji ber wan tawanên biryara bipaşxistina wan li gorî Xala 3an tê derxistin derketine, ji aliyê dadwer an dadgeha desthilatdar di qonaxa lêpirsîn an dadgehkirinê de, yan jî ji aliyê dadgeha herêmî, yan beşa sizayî ya li Dadgeha Temîzê tê nirxandin û di rewşa hebûna mercan de biryara rakirina van rêkaran tê dayîn.
(2) Ji bo wan dosyeyên di qonaxa lêkolîna rêya yasayî ya îstînaf an temîzê de ne, pêwendîdar bi wan tawanên biryara bipaşxistina wan li gorî Xala 3an tê derxistin, biryara betalkirinê tê derxistin.
Tomarkirina biryarên bipaşxistinê û dûbare-encamdana tawanê
Xala 5-
(1) Wan biryarên bipaşxistinê ku li gorî Xala 3an tên derxistin, di sîstemeke taybet a xwe de tên tomarkirin. Van tomaran tenê di rewşeke wisa de tên bikaranîn ji bo wê armanca di bende duyem de hatiye diyarkirin, ku ji aliyê dozgeriya giştî, dadwer an dadgehê ve di pêwendiya wan a bi lêpirsîn an dadgehkirinekê re tên xwestin.
(2) Di rewşa encamdana yek ji tawanên terorîstî di maweya bipaşxistinê de ji dîroka derxistina biryara bipaşxistinê ve, biryara bipaşxistinê tê rakirin û dest bi lêpirsîn û dadgehkirinê tê kirin. Di rewşa derketina biryara sizadanê ji ber wê lêpirsîn an dadgehkirina bi vî awayî hatî encamdan, bicihanîna sizadanê li gorî Xala 6an nayê bipaşxistin û biryara sizadanê bi tevahiya bendên xwe yên yasayî tê bicihanîn. Eger maweya diyarkirî bêyî encamdana tawanê derbas bibe, biryara nebûna sedemê ji bo dadgehkirinê an girtina dosyeyê tê derxistin.
Bipaşxistina bicihanîna biryarên sizadanê
Xala 6-
(1) Bi şertê belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Neteweyî di Rojnameya Fermî de derbarê diyarkirina bidawîhatina hebûna pratîkî ya rêxistinê û radestkirina tevahiya çek û teqemeniyan ji dezgehên ewlehiyê re û piştrastkirina vê çalakiyê, ji bilî wan kesên ji ber tawana kuştina bi qestî ku di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de hatine encamdan hatine sizadan, her wiha beriya dîroka 1/6/2005an di çarçoveya çalakiyên vê rêxistinê de cezayê zindanîkirina hetahetayî an zindanîkirina hetahetayî ya girankirî li ser wan hatiye sepandin; ji bo wan sizadaran ên ji ber tawanên dikevin çarçoveya Xala 1emîn a vê yasayê hatine sizadan:
a) Sizadaran bi cezayê zindanîkirina bi giştî 15 sal an kêmtir, bicihanîna cezayê wan bo maweya pênc salan tê bipaşxistin.
b) Sizadaran bi cezayê zindanîkirina bi giştî ji 15 salan zêdetir an cezayê zindanîkirina hetahetayî an hetahetayî ya girankirî, bicihanîna cezayê wan bo maweya deh salan tê bipaşxistin.
Bi biryara dadwerê bicihanîna cezayê, ceza tê bipaşxistin. Bicihanîna vê bendê rê li ber bicihanîna biryarên destbisergirtinê (musadere) nagire. Di maweya bipaşxistinê de maweya derbasbûna dema cezayê nayê hejmartin.
(2) Dikare li hemberî wan biryarên bipaşxistinê yên ku li gorî bende yekem ji aliyê dadwerê bicihanîna cezayê ve tên derxistin, îtîraz bê kirin.
(3) Wan biryarên bipaşxistinê yên li gorî bende yekem tên derxistin, di wê sîstemê de tên tomarkirin ku li gorî bende yekem a Xala 5an hatiye avakirin. Van tomaran tenê di rewşeke wisa de tên bikaranîn ji bo wê armanca di bende çarem de hatiye diyarkirin, ku ji aliyê dozgeriya giştî, dadwer an dadgehê ve di pêwendiya wan a bi lêpirsîn an dadgehkirinekê re tên xwestin.
(4) Di rewşa encamdana yek ji tawanên terorîstî di maweya bipaşxistinê de ji dîroka derxistina biryara bipaşxistinê ve, biryara bipaşxistinê ji aliyê dadwerê bicihanîna cezayê ve tê rakirin û biryara berdewamkirina bicihanîna cezayê tê dayîn. Eger maweya bipaşxistina diyarkirî bêyî encamdana tawanê derbas bibe, cezayê hatî sepandin wekî cîbicîkirî tê hejmartin. Şopandina biryarên bipaşxistinê ji aliyê dozgeriyên giştî ve tê kirin.
Şopandin, hevahengî û bicihanîn
Xala 7-
(1) Şopandin û nirxandina bicihanîna çalakiyên çarçoveya vê yasayê; piştî belavkirina yasayê di Rojnameya Fermî de, ji aliyê Encumenekê ve tê kirin, ku di bin serokatiya cîgirê serokkomar de û bi endamtiya wezîrê dad, wezîrê derve, wezîrê navxwe, wezîrê berevaniya neteweyî, sekreterê giştî yê serokatiya komarê, serokê dezgeha îstixbarata neteweyî û sekreterê giştî yê Encumena ewlehiya neteweyî pêk tê. Di dema pêwîst de ji aliyê Encumenê ve; dikare bin-komîsyon (lijne) bên avakirin û nûnerên wezaret, dezgeh û rêxistinan li gel wan kesên ku bo civînên Encumen û komîsyonan pêwîst tên dîtin, bên vexwendin.
(2) Ji aliyê Encumenê ve, dikare raspardin di bin-komîsyonan de bê kirin bo misogerkirina bipêşketina pêvajoyê ji aliyê rêxistinê ve.
(3) Piştî belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Neteweyî ya ku di Xala 1emîn de hatiye nîşandan di Rojnameya Fermî de, di bin ronahiya armanc û maweya vê yasayê de; li ser bingeha raporên çavdêriyê yên pêwendîdar bi tesfiyekirina temamî ya rêxistinê û vê rewşê, dikare bi şêwazeke dewreyî ji aliyê Encumenê ve nirxandin bê kirin. Di rewşeke wisa de ku Encumen pêwîst bibîne, daxwaznameyên derbarê rêkxistinên dadwerî, îdarî û yasayî tên pêşkêşkirin.
(4) Wan biryarên bipaşxistinê yên li gorî vê yasayê tên derxistin, piştî belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Neteweyî ya ku di Xala 1emîn de hatiye nîşandan di Rojnameya Fermî de, bi şêwazeke dewreyî ji aliyê Encumenê ve tên nirxandin û di rewşa pêwîst de;
a) Rakirina bêparkirina ji mafan ku ji ber lêpirsîn û dadgehkirinên ku pêk hatine bi tevahiya şopên xwe ve, di (Dadgeha Sulh û Cezayê) de,
b) Rakirina bêparkirina ji mafan ku ji ber biryarên sizadanê pêk hatine bi tevahiya şopên xwe ve, di (Dadgeha Sulh û Cezayê) de,
ji aliyê Encumenê ve tê xwestin. Li ser daxwaznameyê ji aliyê desthilata pêwendîdar ve biryar tê dayîn. Dikare li hemberî van biryaran îtîraz bê kirin. Ji bo ku bê kirin daxwazname li gorî bende (b) ya vê beşê bê pêşkêşkirin, divê ji bo wan biryarên bi pênc salan hatine bipaşxistin - du sal û ji bo wan biryarên bi deh salan hatine bipaşxistin - sê sal bi ser dîroka derxistina biryarê de derbas bûbe.
(5) Encumen bi şêwazeke berdewam rapor û agahiyên derbarê karên xwe pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê dike. Ji aliyê serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê ve komîsyona çavdêriyê tê avakirin bo çavdêrîkirina çalakiyên çarçoveya vê yasayê. Komîsyona çavdêriyê, çavdêriya çalakiyên çarçoveya vê yasayê dike û dikare raspardeyan pêşkêş bike.
(6) Xizmetguzariyên sekreteriya Encumenê ji aliyê sekreteriya giştî ya serokatiya komarê ve tê bicihanîn.
Radestkirina çek û kel û pelan
Xala 8-
(1) Ew çek, teqemenî, otomobîl, kel û pel, xalên teqemenî û her cure mal û kel û pelên din ku endamên rêxistinê di çarçoveya vê yasayê de li gel xwe tînin an radigihînin, tên tomarkirin.
(2) Rêkar û prensîbên bicihanîna vê xalê, bi wergirtina raya dezgehên ewlehiyê ji aliyê Wezareta Navxwe û Wezareta Berevaniya Neteweyî ve tên diyarkirin.
Dem
Xala 9-
(1) Bendên vê yasayê li hemberî wan kesên ku piştî belavkirina biryara Encumena Ewlehiya Neteweyî ya ku di Xala 1emîn de hatiye nîşandan di Rojnameya Fermî de, di maweya şeş mehan de bi nivîskî daxwazname ji bo sûdmendbûna ji bendên vê yasayê pêşkêşî dozgeriya giştî ya cihê xwe, an wan dezgehên ku ji aliyê Encumenê ve hatine raspardin dikin, tên bicihanîn.
Erk û berpirsyarî
Xala 10-
(1) Ew erkên ku di çarçoveya vê yasayê de tên spartin, ji aliyê dezgeh û rêxistinên giştî yên pêwendîdar ve bi lezgînî tên bicihanîn.
(2) Ew kesên ku di çarçoveya armanc û çalakiyên vê yasayê de erkên hatine spartin cîbicî dikin, ji ber van erkên xwe berpirsyariya yasayî, îdarî an cezayî li ser wan nakeve.
Ketina warê bicihanînê
Xala 11-
(1) Ev yasa di roja belavkirina xwe de dikeve warê bicihanînê.
Bicihanîn
Xala 12-
(1) Bendên vê yasayê ji aliyê Serokkomar ve tên bicihanîn.



