Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeya kanaleke Îsraîlê, 2 berpirsên bilind ên Saziya Îstixbaratê ya Îsraîlê (MOSSAD) ji kar hatine dûrxistin.
Ev biryar piştî têkçûna plana wan a ji bo rûxandina desthilata Îranê hatiye dayîn.
Li gorî nûçeya Kanala 12ê ya Îsraîlê, Birêvebirê nû yê MOSSADê Roman Gofman ev her du berpirs ji kar dûrxistine.
Yek ji wan meha Kanûna Paşîn wekî Serokê Beşa Îstixbaratê ya MOSSADê dest bi kar kiribû û yê din jî serokatiya maseya Îranê ya di nav saziyê de dikir.
Plana MOSSADê çi bû?
Kanalê destnîşan kir ku her du berpirs, endazyarên sereke yên amadehiya "planeke nivîskî" bûne.
Armanca planê ew bû ku Komara Îslamî ya Îranê birûxînin.
Ji bo vê yekê jî wan dixwest piştgiriya bidin "kêmîneyan (bi taybetî Kurdan)" û milet teşwîq bikin ku li dijî hikûmetê dest bi xwenîşandanên girseyî bikin.
Heta tê gotin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu meha Sibatê ev plan ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî vekiriye ku wî razî bike ji bo ku êrişeke leşkerî bibe ser Îranê.
Li gorî agahiyên kanalê, her ji destpêkê ve di navbera Gofman û van her du berpirsan de pirsgirêk û nakokî hebûne lê çavkanî dibêjin ku ev dûrxistin bi lihevkirina her du aliyan çêbûye û dê ev her du berpirs di postên din ên nav MOSSADê de bixebitin.
Kurd di nav planê de cih digirin
Rojnameya New York Timesê berê di raporekê de diyar kiribû ku stratejiya MOSSADê ya ji bo guhertina desthilata Îranê bi vî rengî bûye:
“Di qonaxa yekem de dê Îsraîl êrişî baregehên Supaya Pasdaran a Îranê yên li nêzîkî sînorên Îraqê, bi taybetî jî yên li Rojhilatê Kurdistanê bikira.
Armanca van êrişan ew bû ku rê li ber çekdarên Kurd (hêzên Rojhilatê Kurdistanê) vebe da ku ew derbasî nav Îranê bibin û ber bi navçeyên Kurdnişîn ên li bakurê rojavayê wî welatî ve bi pêş ve biçin.”
Rayedarên Îsraîlî wiha difikirîn: Eger ev pêngav pêk were "dê bi hezaran ciwanên Kurd tevlî van hêzan bibin" û ev yek jî dê bibe sedema serhildaneke mezin ku heta Tehrana paytext belav bibe.
Her çi qasî şer 28ê Sibatê dest pê kiribe jî, hêzên Rojhilatê Kurdistanê neketin nav şer.
Mehmûd Ehmedînejad wekî serokê nû tê fikirîn?
Li gorî raporan, di plana MOSSADê de pêngaveke gelekî ecêb jî hebû: Ew jî plana danîna Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad wekî serokê nû yê wî welatî bû.
New York Timesê diyar kir ku Îsraîlê bi salan hewl daye pêwendiyê bi Ehmedînecad re deyne.
Heta tê gotin ku Serokê berê yê MOSSADê David Barnea, li Macaristanê di çarçoveya konferanseke akademîk de bi awayekî bi dizî bi wî re civiyaye.
Gelo çima plan bi ser neket?
Di dema vî şerê dawiyê de, Amerîka û Îsraîlê êrişên giran birin ser binesaziya ewlehiyê ya Îranê (baregehên leşkerî, sîstemên mûşekî, baregehên polîs û besîcan ên li Rojhilatê Kurdistanê) lê belê dîsa jî plana Îsraîlê bi ser neket.
Li gorî New York Timesê, du sedemên sereke hiştin ku Amerîka ji vê plana Îsraîlê poşman bibe:
· Hewldanên dîplomatîk ên Tirkiyeyê
· Dilgiraniya Kurdan
Armanca mezin a planê: Qelskirina artêşa Îranê û jiholêrakirina metirsiya bernameya atomê û mûşekî ya Tehranê bû.
Lê meha Nîsanê rayedarên Amerîkayî ji New York Timesê re eşkere kir ku her çi qasî hinek endamên birêvebiriya Trump piştgiriya fikra guhertina desthilatê kiribin jî, paşê rayedarên bilind ên heman birêvebiriyê ev pêşbîniya Netanyahu ya ji bo guhertina rejîmê wekî "pêkenok" û "axaftineke bêwate" pênase kirine.



.webp&w=3840&q=75)