Stenbol (Rûdaw) - Pêvajoya çareseriyê bi yasaya çarçoveyê derbasî qonaxa hiqûqî dibe û ev rewş li gelek qadên siyasî, civakî û hiqûqî xwe nîşan dide.
Di vê çarçoveyê de bi bandora yasaya pêvajoya çareseriyê roja Înê li hemû mizgeftên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xutbeya "Biratiyê" hat xwendin.
Serokatiya Kar û Barên Olî ya Tirkiyeyê (Diyanet) xutbeya Înê bi sernavê "Biratiyê" amade kir.
Di xutbeyê de bangî welatiyan hat kirin ku li beramberî şerên li herêmê û “pêvajoyê yekîtî û biratiya xwe xurt bikin.”
Di xutbeyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye di nav çembereke agir de ye û wiha hate gotin:
"Di serdemeke wiha de ku şer li herêmên cuda belav dibin û li cîhana Îslamê xwîn û hêsir hene, paşeroja me bi biratiya me ve girêdayî ye."
Tîma Rûdawê ya Stenbolê piştî nimêja Înê li ber Mizgefta Fatîhê ya Stenbolê ji welatiyên Kurd û Tirk nêrînên wan pirsîn.
Piraniya welatiyan ji xutbeya biratiyê kêfxweş bûn û bal kişand ser hewcedariya xurtkirina biratiya Kurd û Tirkan.
Daxwaza xutbeya bi Kurdî
Welatiyê Kurd Mihemed Emîn diyar kir ku bi xirabiyê tiştek çênabe û got:
"Bi îzna Xwedê dê ev xirabî jî derbas bibin û her tişt bi rindî çareser bibe.
Bila xutbe bi zimanê Kurdî jî werin xwendin.
Kesên ku bi Tirkî nizanin û baş fêm nakin hene.
Dema xutbe bi Kurdî were xwendin dê baştir bibe."
Welatiyê Tirk Recep Yavuz jî anî zimên:
"Ji bo yekîtî û tifaqê xutbeyeke pir xweş bû. Bi taybetî behsa biratiyê dihat kirin.
Jixwe emrê Îslamê jî biratî ye. Niha polîtîkayeke fermî ya dewletê heye.
Erdogan çi bike rast dike. Li gorî me dê ev kar ber bi başiyê ve biçe.
Bila teror biqede, şer û pevçûn rawestin, em bi hev re rûnin û biaxivin.
Em bi hev re li vî welatî bijîn."
Welatiyê Kurd Îbrahîm Mihemed jî hêviyên xwe wiha anîn zimên:
"Bi îzna Xwedê dê êdî şer û pevçûn xelas bibin.
Em dê bi hev re di nav biratî û tifaqê de bijîn."
Welatiya Tirk Ayşeyê jî got:
"Bila Xwedê bike nesîb ku hemû Misilman bi hev re bi biratî bijîn.
Ka ez êdî çi bêjim? Xwedê vê pêvajoyê bi ser bixe. Bila êdî teror nemîne."
Welatiyê Kurd Çayan Goleke jî bal kişand ser rewşa herêmê û got:
"Niha li Rojhilata Navîn şerekî giran heye.
Tirkiye jî ji bo ku zererê nebîne û parçe nebe neçar e ku pêvajoya biratiyê bimeşîne.
Wekî din çare nîne lê lazim e bi Kurdî perwerde were dayîn lewra nifûseke mezin a Kurdan heye."
Welatiyê Tirk Ahmet jî hişyarî da ku divê pêvajo neyê xirabkirin û got:
"Ji bo ku pêvajo neyê sabotekirin û xirabkirin divê mirov her dem hişyar be.
Liv û tevgerên ji nişka ve dê sûdê nedin me.
Ji bo ku em pêşî li têkçûnan bigirin, hewcedariya me bi piştgiriya neteweyî û manewî heye."



