Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Yemenê ragihand ku wan li dijî baregeh û kel û pelên leşkerî yên Hûsiyan dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.
Hat ragihandin ku ev operasyon wekî bersivekê ye ji bo wan êrişên ku van rojên dawiyê li hêzên hikûmetê û sivîlan hatibûn kirin.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Macid Nuzeylî di peyameke vîdeoyî de da zanîn ku operasyon li çend eniyên cuda hatiye kirin.
Nuzeylî hişyarî da ku eger êrişên Hûsiyan berdewam bikin ew dê bi awayekî tund û "bêrehm" bersivê bidin.
Heta niha Hûsiyan li ser operasyonê ti daxuyanî nedane û hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zanîn.
Ev gava artêşa Yemenê piştî wê yekê hat ku Hûsiyan van rojên dawiyê êrişên xwe yên li parêzgeha Maribê zêde kirin ku bi petrolê dewlemend e.
Roja înê di encama êrişên mûşekî û dronî yên Hûsiyan ên li Maribê de herî kêm 10 kes mirin ku 8 ji wan leşker û 2 jî sivîl bûn, her wiha 26 kes jî birîndar bûn.
Ev pêşhat tenê rojekê piştî wê yekê hat ku Hûsiyan êrişî navçeya Sehin el-Cinê ya li heman parêzgehê kiribû û di wê êrişê de 58 leşkerên artêşa Yemenê miribûn.
Metirsiya şerekî mezin
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê Hans Grundberg li ser xerabbûna rewşê dilgiraniya xwe anî ziman.
Grundberg ragihand ku niha Yemen rûbirûyê metirsiya şerekî mezin e ku piştî agirbesta sala 2022yan mînaka wê nehatiye dîtin.
Parêzgeha Maribê ku navenda enerjiya Yemenê ye, niha di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyan de hatiye dabeşkirin.
Çavkaniyên leşkerî yên Hevpeymaniya Ereban a bi serkêşiya Erebistana Siûdî dibêjin ku Marib "xeta sor" e û ew rê nadin ku bikeve destê Hûsiyan.


.webp&w=3840&q=75)
