Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Karên Olî ya Tirkiyeyê (Diyanet) di xutbeya Înê de ku bi sernavê "Biratî" amade kiriye, bangî welatiyan kir ku li hemberî şerên li herêmê û pêvajoyê yekîtî û biratiya xwe xurt bikin.
Di xutbeya ku îro li hemû mizgeftên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê xwendin de, Serokatiya Karên Olî ya Tirkiyeyê bal kişand ser şer û pevçûnên li herêmê.
Hat diyarkirin ku "atmosfera aramiyê" tenê bi biratiyê pêkan e.
Di xutbeyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye di nava çembereke agir de ye û hat gotin:
"Di serdemeke wiha de ku şer li herêmên cuda belav dibin û li cîhana Îslamê xwîn û hêsir hene, paşeroja me bi biratiya me ve girêdayî ye.
Li vî welatê bihuştî ku bav û kalên me bi fedakirina canê xwe ji bo me hiştine, şahî, xemgînî, diayên me û cudahiyên me yên ku em wekî dewlemendî dibînin, dê me bikin yek."
Diyanetê di xutbeyê de bangî welatiyan kir ku li hemberî hewldanên fitne û dubendiyê hişyar bin û da zanîn:
“Wekî doh, îro jî dê kesên ku çavên xwe berdidin biratiya me, li dijî hezkirina me ne û dixwazin me berdin hev hebin.
Divê em vê ji bîr nekin, em ên ku ne tenê hêviya Misilmanan, lê belê hêviya hemû mirovên mezlûm in, heta ku em di xefletê de nebin, dê miradên dijminên me di qirika wan de bimînin.
Li gorî fermana Xwedê ya ku dibêje, 'bi hev re li werîsê Xwedê bi xurtî bigirin û dabeş nebin', eger em girêdayî ol û pîroziyên xwe bimînin, agirê fitne û fesadiyê nikare destê xwe bigihîne me."
Di beşeke din a xutbeyê de Serokatiya Karên Olî ya Tirkiyeyê dibêje:
"Tiştê ku îro dikeve ser milê me ew e ku em li hemberî fitneyê bi aqilane, li dijî dubendiyê bi hişmendiya yekîtiyê tevbigerin û hev biparêzin.
Her wiha dûrketina ji her cure tiştên ku dikarin zererê bidin biratiya me û sivikkirina barê hevdû ye.
Kombûna li dora nirxên me yên neteweyî û manewî ye û jibîrnekirina wê yekê ye ku di yekîtiyê de rehmet û di dubendiyê de ezab heye."
Projeyasaya nû ya li parlamentoyê
Ev xutbeya taybet a bi navê "Biratî" piştî pêşkêşkirina projeyasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" hat amadekirin.
Ew pêşniyaryasaya ku ji 12 madeyan pêk tê, roja çarşemê bi îmzeya derdora 360 parlamenterên partiyên wekî AK Partî, MHP, DEM Partî, CHP û HUDA PARê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin.
Di nav pêşniyaryasayê de ji bo endamên PKKyê yên çekan deynin bipaşxistina lêpirsîn û cezayan heye.
Lê ev yek bi şertê ku Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) çekdanîn û belavbûna rêxistinê bi awayekî fermî piştrast bike.



