Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên nêzîkî hikûmet û artêşa Erebistana Siûdî ragihand ku îro Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistan li bajarê Cideyê peymaneke parastinê ya hevpar îmze dikin.
Çavkaniyekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji ajansa AFPyê re got:
"Li ser vê mijarê demeke dirêj e dan û standin dihatin kirin lê alozîyên dawî yên li herêmê wiha kir ku îmzekirina peymanê bileztir bibe."
Çavkaniyekî din ê ji hikûmeta Erebistana Siûdî jî piştrast kir ku peyman bi awayekî fermî tê îmzekirin.
Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman dê li bajarê Cideyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf pêşwazî bike.
Şehbaz Şerîf û Fermandarê Giştî yê Artêşa Pakistanê Asîm Munîr roja pêncşemê gihîştin Erebistana Siûdî, tê çaverêkirin ku Erdogan jî îro bigihêje.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Pakistanê Tahîr Enderabî roja pêncşemê ragihand ku ev serdan dê xwedî girîngiyeke pir mezin be ku ji qeyrana niha û berjewendiyên demkurt wêdetir e.
Pakistanê ji bo bidawîanîna şerê Amerîka û Îranê hewlên navbeynkariyê dabûn.
Tirkiyeyê jî di dan û standinên taybet ên ji bo bidawîanîna şerê li Xezeyê de roleke çalak lîstibû.
Erebistana Siûdî û Pakistanê sala 2025an jî peymaneke parastinê ya hevpar ragihandibû.
.webp&w=3840&q=75)


