Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 25 jin hatine kuştin û mirina 31 jinan jî bi guman e.
Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya tawanên li dijî jinan a meha Tîrmehê eşkere kir.
Li gorî raporê, di nava mehekê de 25 jin hatine kuştin û 31 jin jî bi awayekî gumanbar mirine.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji 25 jinên hatine kuştin, 4 ji wan ji ber ku xwestine li ser jiyana xwe biryarê bidin, 3 bi hincetên "aborî" û yek jî bi hinceta ku li malê "deng kiriye" hatine kuştin.
Sedema kuştina 17 jinan jî nehatiye destnîşankirin.
Kujer kesên herî nêzîk in
Li gorî amaran, kujerên jinan herî zêde hevjînên wan in.
Ji 25 jinan; 11 ji aliyê hevjînên xwe ve, 3 ji aliyê kesên ku pê re dijiyan ve, 2 ji aliyê kesên nas ve, 2 ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 2 ji aliyê xizmên xwe ve, yek ji aliyê bavê xwe ve, yek ji aliyê kurê xwe ve û yek jî ji aliyê birayê xwe ve hatine kuştin.
Rapor nîşan dide ku cihê herî metirsîdar ji bo jinan malên wan in ku 13 jin di nava malê de, 5 li ser kolanan, 2 li cihên çolter û yek jî li deştekê hatine kuştin.
Di van tawanan de 14 jin bi çekan, 6 bi amûrên birîndarkirinê yên wekî kêr û amûrên din, 3 bi xeniqandin û 2 jî bi lêdanê hatine kuştin.



