Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan li ser "Pêşniyaryasaya Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" daxuyaniyek belav kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê tora civakî diyar kir ku ev pêşniyaryasa bi encama "şêwirên berfireh" hatiye amadekirin.
Erdogan destnîşan kir ku ev gav vîna çareseriyê ya milet nîşan dide û îro pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye kirin.
Erdogan li ser armancên yasayê got:
"Ez hêvî dikim ev gava ku armanc dike Tirkiyeyê bi temamî ji gefa terorê rizgar bike, yekîtî û bihevrebûna me xurttir bike û li welat û herêma me aramiya bihêz bike, bibe wesîleya xêrê."
Serokkomarê Tirkiyeyê spasiya hevparê xwe yê Hevpeymaniya Cumhur, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî kir.
Erdogan her wiha spasiya komên partiyên siyasî û parlamenterên ku “ji bo amadekirina yasayê û serkeftina pêvajoyê ked dane kir.”
Hêjayî gotinê ye ku ev pêşniyaryasa bi îmzeya parlamenterên AK Partî, MHP, DEM Partî, HUDA PAR, CHP, Partiya NÛ û hinek parlamenterên serbixwe pêşkêşî parlamentoyê hat kirin.



