Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên asmanî yên Amerîkayê yên Fermandariya Navendî (AFCENT) di lûtkeya fermandariya xwe de guherîn kir.
Generalekî nû erkê serperiştiya operasyonên asmanî yên li Rojhilata Navîn wergirt.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku li Baregeha Asmanî ya Shawê ya li eyaleta South Carolinayê merasîma guherîna fermandariya AFCENTê hat sazkirin.
Fermandarî ji General Derek France ji bo General Daniel Lasica hat veguhastin.
Ev merasîm ji aliyê Fermandarê Hêzên Asmanî yên Şer ên Amerîkayê General Adrian Spain ve hat birêvebirin.
General Adrian Spain di gotarekê de got:
"Ji sala 1979an ve gava ku vê fermandariyê erkê hêza berteka bilez girt ser milê xwe, hûn pênaseya jêhatîbûna di şer de bûn.
Ev fermandar wekî parêzvanê niştimanê me rawestiyaye."
Her wiha Alîkarê Fermandarê CENTCOMê Patrick Frank destnîşan kir ku General Derek France di 2 salên borî de şervanekî jêhatî bûye û beşdariyeke bêhempa di tîma CENTCOMê de kiriye.
Daniel Lasica kî ye?
Fermandarê nû yê hêzên asmanî yên CENTCOMê Daniel Lasica, berê wekî birêvebirê operasyonan di Fermandariya Ewropayê ya Amerîkayê ya li Almanyayê de xebitiye.
Daniel Lasica di dawiya merasîmê de tekezî li ser berdewamiya erkên wan kir û got:
"Ev tîm ji aliyê şervan û serkirdeyên xwedî rûhiyeteke bilind ve hatiye birêvebirin.
Em dê dîroka xwe ya wêrekiyê bidomînin û em dê bi tundî bala xwe bidin ser parastin, têkbirin, bipêşketin û serkeftinê."
Erkê AFCENTê
Hêzên Asmanî yên Navendî yên Amerîkayê (AFCENT) wekî pêkhateya asmanî ya CENTCOMê, berpirsyarê hemû operasyonên asmanî, hevbeşiyên leşkerî û amadehiya hêzan a li Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn e.
Ev guherîn di demekê de ye ku General France piştî temambûna erkê xwe dê malnişîn bibe.



