Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê pêşniyaryasaya ku bi navê "Yasaya Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî"îmze kir.
Tê payîn ku ev pêşniyaryasa îro pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bê kirin.
Pêşniyaryasa di çarçoveya avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoya çareseriyê de hatiye amadekirin.
Tê çaverêkirin ku pêşniyaryasa pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bê kirin.
Hevserokên DEM Partiyê îmze kir
Pêşniyaryasa beriya du rojan ji bo îmzeyên parlamenteran hatibû vekirin.
DEM Partiyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û got:
"Kedkarên hêja yên çapemeniyê, şandeya me bi serokatiya Hevserokên me yên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Pêşniyaryasaya Yasaya Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî îro li Parlamentoyê îmze kir."
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ev pêşniyaryasa îmze kir.
Her wiha Wekîlên Serokê Koma DEM Partiyê, Birêvebiriya Komê, Birêvebirê Îdareya Komê û Berdevkê Partiyê jî îmze kir.
Ji bilî wan, Berdevka Meclisa Jinan, endamên Şandeya Îmraliyê, endamên Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê û endamên Komîsyona ji bo pêvajoyê jî îmzeyên xwe avêtin.
Kê îmze kiriye?
Ji bilî DEM Partiyê, Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û parlamenterên AK Partiyê jî berê ev pêşniyaryasa îmze kiribû.
Di heman demê de, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û parlamenterên MHPyê jî îmzeyên xwe avêtibûn.



