Hewlêr (Rûdaw) - Projeyasaya çarçoveyê ya ku dê rê li ber daketina gerîlayan a ji çiyê veke, li Parlamentoya Tirkiyeyê li benda îmzeyên partiyan e.
Tê pêşbînîkirin ku AK Partî û MHP îro saet 11:00an projeyasayê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin û piştî wê jî daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.
Li gorî planê, dê roja înê li Komîteya Dadê li ser projeyasayê were axaftin û dawiya hefteyê jî di parlamentoyê de were pesendkirin.
Naveroka projeyasayê
Navê projeyasayê wekî “Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî” hatibû danîn.
Li gorî nûçeya NTVyê, hûrgiliyên li ser vê yasaya ku ji 12 madeyan pêk tê eşkere bûne.
Hat destnîşankirin ku ev proje ne "efûya giştî" ye. Her wiha di projeyasayê de ti madeya ku statuyekê bide Abdullah Ocalan cih nagire.
Li gorî projeyasayê, endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ku bixwazin ji vê derfetê sûdê wergirin divê di nava 6 mehan de serî lê bidin.
“Sûcên” beriya sala 2005an ên ku cezayê wan “cezayê heta hetayê yê girankirî” û “cezayê heta hetayê” ye li derveyî vê yasayê hatine hiştin.
Ji bo “sûcên” di biniya 15 salan re 5 sal, ji bo “sûcên” di ser 15 salan re jî 10 sal bipaşxistina ceza heye. Piştî van deman dê ceza werin rakirin.
Hinek biryarên yasayê dê piştî pesendkirina yasayê yekser werin sepandin lê belê hinek biryar jî dê bi mekanîzmaya "piştrastkirin û şopandinê" re hevwext dest pê bikin.



