Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser yasaya pêvajoya çareseriyê ragihand ku Pirsgirêka sed salî tenê bi yasayekê çareser nabe
Bakirhan her wiha got, “Divê ev derfeta dîrokî ji dest neyê dayîn û pirsgirêka sed salî were çareserkirin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro di civîna Koma DEM Partiyê ya Parlamentoyê de axivî.
Bakirhan got ku dê li şûna çekan êdî siyaset biaxive û hevkariya demokratîk bihêztir bibe.
"Niha dema yasayîkirinê ye"
Bakirhan ji partiyên din daxwaza piştgiriya yasayê kir û got:
“Heta îro gavên dîrokî hatin avêtin. Niha dema yasayîkirina van gavan e.
Yasaya çarçoveyî gava yekem a yasayîkirina vê pêvajoyê ye.”
"Dê rêya siyasetê vebe"
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî zimên ku ew dizanin yasayeke tenê pirsgirêkeke sed salî ji holê ranake û wiha pê de çû:
“Lê dîsa jî dê tiştekî girîng bike. Dê mijarê ji zemîna tundiyê veguhezîne zemîna siyasî û hiqûqî.
Li cihê ku çek bêdeng bibe dê rêya gotinê û li cihê ku gotin hebe dê rêya siyasetê vebe.
Ev yasa dê rêya serdemeke nû veke da ku astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk rabin.”



