Enqere (Rûdaw) - Li navçeya Mamakê ya Enqereyê bi merasîmekê kevirê bingehîn ê cemxaneyeke nû hat danîn.
Elewiyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê demeke dirêj daxwaza wê cemxaneyê dikir.
Ev projeya nû dê ne tenê wekî cemxaneyekê, di heman demê de dê wekî navendeke çand û hunerê jî xizmetê bike.
Di merasîma danîna kevirê bingehîn de Serokê Partiya Nû Ozgur Ozel, parlamenter, birêvebirên xwecihî û hejmareke zêde ya welatiyên Elewî amade bûn.
Cemxane li ser rûberekî nêzîkî 7 hezar metreçargoşeyî (7 donim) tê çêkirin û tê plankirin ku sala 2028an were temamkirin.
"Divê wekî îbadetxane werin qebûlkirin"
Parlamentera Partiya Nû Aylîn Nazliakayê kêfxweşiya xwe ya ji bo projeyê anî zimên û got:
"Bi rastî jî xizmeteke gelekî hêja ye. Ez gelekî spasiya Şaredariya Mamakê û karmendên wê dikim.
Em her tim dibêjin ku cemxane êdî ne wekî navendên çandê, divê wekî îbadetxane werin qebûlkirin. Em dê her tim li pişt gotinên xwe bin."
Navçeya Mamakê yek ji wan navçeyan e ku gelek Elewiyên Kurd û Tirk lê dijîn.
Li gorî projeyê, dê li kêleka cemxaneyê xwaringehek, pirtûkxaneyek, navendeke çand û hunerê û çend avahiyên din jî werin çêkirin.
Mesrefê vê projeyê heta niha bi awayekî fermî ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin.
"Dê heta hetayê jî hebe"
Welatiyê Elewî Murteza Sedef jî hestên xwe parve kirin û wiha axivî:
"Îro rojeke gelekî xweş e. Ez hêvî dikim li ser xêrê be. Di çanda me de cemxane her dem hebûye û dê heta hetayê jî hebe. Em dê her hebin."
Welatiyekî din ê Elewî bi navê Huseyîn Eldemîr jî bal kişand ser girîngiya baweriyê û got:
"Vekirina cemxaneyê ya li Mamakê ji bo me şanazî û rûmet e.
Ji bo ku em dîroka xwe bizanin û em baweriya xwe nas bikin, pêwîstiya me bi cihên wiha heye. Pêwîst e em zarokên xwe jî li gorî baweriya xwe perwerde bikin."
Piraniya cemxaneyan kê çêkirine?
Li Enqereyê li gorî amaran nêzîkî 40 cemxane hene û piraniya wan ji aliyê şaredariyên CHPyê ve hatine çêkirin.
Niha ku hinek ji şaredariyên Enqereyê ji CHPyê derbasî Partiya Nû bûne, di piraniya merasîmên Elewiyan de berpirsên Partiya Nû beşdar dibin.


