Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.
Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê ya ji bo medyayê, heyeta ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tê bi Ocalan re nêzîkî 3 demjimêran hevdîtin kiriye.
Hat ragihandin ku heyet piştî hevdîtinê ji Girava Îmraliyê vegeriyaye û dê sibe daxuyaniyekê bide.
Di daxuyaniya kurt de ev tişt hatin gotin:
"Endamên Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol piştî hevdîtina 3 demjimêrî ya bi Birêz Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriyan.”
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê herî dawî 20ê Tîrmehê çûbû Girava Îmraliyê.
Di wê serdanê de şandeyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.
Mijara sereke ya nîqaşên wê hevdîtinê “yasaya çarçoveyê” bû.



