Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê biryar da ku ew mala Malbata Dedeogullariyan a ku 7 endamên wê tê de hatibûn qetilkirin ji bo "firehkirina rêyê" xera bike.
Endamê malbatê yê ku ji komkujiyê filitîbû Çetîn Dedeogullari ji Rûdawê re axivî û got, "Ev biryar ji bo rakirina şopên komkujiyê û ji holê rakirina wê şermê hatiye dayîn."
30yê Tîrmeha 2021ê li navçeya Meramê ya Konyayê di êrişeke nijadperest de dayîk, bav û 5 zarokên Malbata Dedeogullariyan hatibûn qetilkirin.
Niha li ser wê mala ku ew komkujî tê de pêk hatibû biryareke cihê nîqaşan hatiye dayîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê ragihand ku ew cihê mala Malbata Dedeogullariyan kirine nava plana "firehkirina rêyê".
"Tenê mala me xistine nav planêf"
Çetîn Dedeogullari di bultena Rûdawê de pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Çetîn Dedeogullari diyar kir ku şaredariyê beriya salvegera komkujiyê ew gava siyasî "bi lez û bez" avêtiye.
Çetin Dedeogullari qala hûrgiliyên hevdîtina bi rayedarên şaredariyê re kir û da zanîn ku biryar tenê ji bo milkê wan e û wiha domand:
"Bi rêya muxtartiyê kaxezek şandin. Dema ez çûm şaredariyê min pirsî, wan got, 'Şaredariya Bajarê Mezin ev der xistiye nava xebatên firehkirina rêyê.'
Ew îdia dikin ku pirsgirêkên malê wê hene. Lê belê ji bo malên din ên wê kolanê rewşeke wiha nîne, tenê mala me xistine nav planê.
Li hemberî malê erdên vala û zeytûngeh hene, li şûna ku rê ji wê derê fireh bikin, çima dixwazin wê mala ku 7 canên me tê de hatin stendin xera bikin?"
"Ew mal muzexaneya şermê ye"
Çetîn Dedeogullari bal kişand ser girîngiya malê ya ji bo wan û bîra civakî û got ku ew mal niha wekî "navendeke bîrê" ye û got:
"Di wê malê de 7 mirovên me, sê xwîşk, dayîk, bav û du birayên min tenê ji ber ku Kurd bûn hatin qetilkirin.
Em wê derê wekî muzeyekê û cihekî bîrê diparêzin. 24 saetan polîs li ber derî disekinin.
Şaredarî bi vê biryarê dixwaze şopên wê hovîtiyê û wê şerma di bîra civakê de ji holê rake. Ev biryareke kêfî ye."
"Eger malê xera bikin ez dê cenazeyan bibim Qersê"
Çetîn Dedeogullari eşkere kir ku wan li dijî biryarê dest bi têkoşîna hiqûqî kiriye û ew çûne dadgehê û wiha pê de çû:
"Parêzerên me doz vekir, em li benda encamê ne.
Eger bên û hewl bidin wê malê xera bikin, ez dê cenazeyan derxim û bibim Qersê. Bila ev şerm jî ji wan re bimîne.
Ew ji ber ku Kurd bûn hatin qetilkirin, her kes vê yekê dizane. Ev ne tenê meseleya min e, ev meseleya rûmeta hemû gelê me ye.
Ez li bendê me ku her kes li hemberî vê neheqiyê dengê xwe bilind bike."
Çi bûbû?
Mehmet Altun 30yê Tîrmeha 2021ê li navçeya Meramê ya Konyayê bi çekê êrişî mala Malbata Dedeogullariyan kiribû.
Mehmet Altun, Yaşar, Îpek, Serap, Serpîl, Sîbel, Metîn û Bariş Dedeogullari qetil kiribûn û pişt re agir berdabû malê.
Bûyerê di medyaya cîhanê de cihekî berfireh girtibû û nîqaşên ku êriş bi armancên nijadperestî hatiye kirin demeke dirêj di rojevê de mabûn.
Kujer Mehmet Altun di doza ku hat darizandin de 7 caran cezayê heta hetayê stendibû.


