Stenbol (Rûdaw) - Taxa Balatê ya Stenbolê ku bi xaniyên xwe yên rengîn, kolanên teng û mîrateya xwe ya dîrokî tê naskirin, van salên dawî veguheriye navenda huner, sînemagerî û geştyariyê.
Balata ku li ser berava Halîçê ye, ne tenê bi dîroka xwe bi jiyana xwe ya çandî jî balê dikişîne.
Wêne û vîdeoyên ku li ser Instagram û TikTokê tên parvekirin, rê li ber populerbûna taxê ya di nav geştyarên biyanî û navxwe de vekiriye.
Semta Balatê di lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de cih digire.
Şêniyên berê yên vê taxê Cihû, Rûm û Ermen bûne.
Îro jî dêr, sînanog û mizgeftên li kêleka hev wekî nîşaneya pirçandiyê tên parastin.
Patrîkxaneya Fenerê ya Rûm Ortodoksan jî li Balatê ye, ji ber vê yekê tax ji aliyekî ve jî navenda geştyariya baweriyê ye.
Ji ber van taybetmendiyên xwe, ev taxa dîrokî ya Stenbolê ji taxeke turîstîk wêdetir wekî muzexaneyeke zindî tê qebûlkirin.
Çanda cihêreng bala geştyaran dikişîne
Geştyara bi navê Camillayê ya ji Arjantînê bi malbata xwe re li Balatê ye ku bigere û wêneyan bigire.
Camillayê anî ziman ku ew 2 roj in li Stenbolê ye û got:
“Ez bi taybetî hatim vê taxê, ji ber ku min pêlekanên rengîn dîtibûn.
Bi giştî jî rengên vê derê pir bi dilê min in.
Tişta ku herî zêde bandor li min kir çand bû. Çanda vir li gorî Arjantînê gelekî cuda ye.
Ne tenê ol, awayê cil û bergên mirovan û şêwaza ku xwe pê diaxivin jî cuda ye.
Bi giştî çand û mirovên vir bandoreke mezin li min kir.”
Navdarbûna taxê pêşî ji rêzefîlman tê.
Rêzefîlmên Tirkî yên ku li taxê hatine girtin û torên civakî Balat veguherandiye navendeke geştyariyê.
Ev yek bandoreke mezin li aboriya herêmî û jiyana rojane ya taxê dike û her roj bi dehan komên geştyaran diçin taxê.
Akademîsyen û Rêberê Geştyaran Hakan Altun Kaya diyar kir ku semta Balatê di van 20 salên dawî de gelekî populer bûye û da zanîn:
“Bi taybetî jî ji ber ku li Kolana Kîremîtê gelek rêzefîlm hatine girtin populer bûye.
Hebûna Patrîkxaneyê jî dibe sedem ku gelek kes werin serdana vir.
Piraniya geştyaran berê Patrîkxaneyê ziyaret dikin, paşê li derdora wê digerin û bi qasî 2 saetan li vir dema xwe derbas dikin.”
Seteke xwezayî
Berpirsa qehwexaneyeke navdar Azîze Sultan Soysalê bal kişand ser atmosfêra taybet a Balatê û wiha axivî:
“Em jî hewl didin ku wê hewayê di vê qehwexaneyê de bidin hîskirin.
Di gelek rêzefîlman de bi taybetî ev pêlekanên me tên bikaranîn.
Ji ber ku qehwexaneya me di rêzefîlman de xuya dibe, gelek kes jî piştî temaşekirina wan rêzefîlman tên vir an jî ji meraqê tên serdana me.
Ev jî ji bo me ji aliyê bazirganiyê ve gelekî sûdmend e.”
Bi kolan û xaniyên xwe yên rengîn, dikanên xwe yên entîke û qehwexane û restorantên xwe, Balat li gel taxên cîran ên Fener, Cîbalî û Ayvansarayê wekî "seteke xwezayî" ya fîlm û wênegiriyê tê dîtin.
Ev jî rê li ber wê vedike ku gelek geştyar bêyî dîtina Balatê naxwazin ji Stenbolê vegerin.
Şêniya taxê Serap Sîvrîkayayê anî zimên ku taxa wan berê jî xweş bûye û got:
“Lê niha bêhtir bûye cihekî populer û kozmopolît ku geştyarên biyanî û navxwe tên serdana vir.
Rewşa niha ya vir xweş e lewma sûk û bazara taxê jî zindîtir dike.
Bi nêrîna min navdarbûn û balkêşbûna vê taxê ji bo her kesî baş e.”
Geştyar Eylem Mêrdîniyê jî kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
“Cihekî pir xweş e. Em jî bi zarokan re ji Okmeydaniya Stenbolê hatine vê derê.
Em wêneyan digirin û li ser Instagramê belav dikin. Em bi van tiştan kêfxweş dibin.”
Ji bo geştyariya Stenbolê xuya ye dê populerbûn û navdarbûna Taxa Balatê zêdetir bala geştyaran bikişîne.
Balat ne tenê taxeke turîstîk e, ew wekî muzexaneyeke zindî ye ku her kêliya wê çîrokekê vedibêje.


