Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê ragihand ku di navbera Îraq û Tirkiyeyê de li ser projeya "Rêya Bipêşketinê" ti pirsgirêk nemane.
Îsal ji bo destpêkirina kar û xebatan dê pêngava yekem a pratîk were avêtin.
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu da zanîn ku ev proje xeteke hesinî ya 1200 kîlometreyî, otobanek û torên veguhastina enerjî û ragihandinê li xwe digire.
Proje ji Bendera Fawê ya Besreyê dest pê dike û bi rêya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê digihêje Ewropayê.
Tenê mesrefê xeta hesinî ya vê projeyê digihêje nêzîkî 15 milyar dolarên Amerîkî.
Îmzekirina peymanê çima bi paş ket?
Abdulkadîr Uraloglu diyar kir ku dema Serokwezîrê Îraqê çû Tirkiyeyê, ji ber hûrgiliyeke teknîkî îmzekirina peymanê saetekê bi paş ket lê belê pişt re bi amadebûna Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokwezîrê Îraqê peyman bi fermî hat îmzekirin.
Uraloglu eşkere kir ku wan bi Îraqê re li hev kiriye da ku deriyê sînorî yê projeyê li Pêşxabûr-Koravayê be.
Her wiha Tirkiyeyê pêşniyar kiriye ku şirketên Tirkiyeyê projeyê ava bikin û di berdêla vê yekê de Îraq petrolê bide Tirkiyeyê.
Uraloglu li ser girîngiya projeyê got:
"Eger îro Rêya Bipêşketinê temam bûbûya, Tengava Hurmizê ew qas nediket rojeva cîhanê.
Armanca me ew e ku îsal em dest bi xebatên avakirinê bikin.
Di qonaxa yekem de em dê giraniyê bidin ser xeta hesinî.
Ev proje ne tenê rêyeke veguhastinê ye. Di heman demê de em dê navendeke lojîstîk û saziyeke petrokîmyayê li Tirkiyeyê ava bikin ku dê derfetên mezin ên kar biafirîne."
Rêya Bipêşketinê çi ye?
Projeya "Rêya Bipêşketinê" korîdoreke stratejîk a veguhastinê ye.
Armanca wê ew e ku Kendavê bi rêya Îraqê bi Tirkiye û Ewropayê ve girê bide.
Her du welat hewl didin ku vê korîdorê bikin rêyeke alternatîf, bileztir û kêmmesreftir ji bo veguhastina kel û pel û enerjiyê ya di navbera Asya û Ewropayê de.
28ê Tîrmehê bi serperiştiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Enqereyê 5 peyman di navbera her du welatan de hatin îmzekirin ku yek ji wan bi taybetî li ser projeya Rêya Bipêşketinê bû.
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu anî ziman:
"Di pirsa Rêya Bipêşketinê de em bi Îraqê re mil bi mil dixebitin.
Keda me ya çend salan bi îmzeyekê kete qonaxa bicihanînê. Proje ji xeteke hesinî ya 1200 kîlometreyî, rêya bejahî û xetên veguhastina enerjî û ragihandinê pêk tê.
Ji Bendera Fawê dest pê dike û piştî 1200 kîlometreyî digihêje Tirkiyeyê, li vir jî bi rêya xeta hesinî derbasî Ewropayê dibe.
Destpêkê em dixwazin xeta hesinî temam bikin. Mesrefê wê nêzîkî 15 milyar dolarî ye.
21ê Tîrmehê em çûn Bexdayê û bi Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê û Serokwezîr re civiyan.
Me li ser du mijaran li hev kir, ya yekem cihê deriyê sînorî yê di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ye ku me li ser Pêşxabûr-Ovakoyê li hev kir.
Ya duyem jî çawaniya fînansê bû. Me biryar da ku şirketên Tirkiyeyê projeyê bi cih bînin û Îraq jî di berdêlê de petrolê bide.
Di roja îmzekirina peymanê de me di belgeyê de xeletiyeke teknîkî ya pir biçûk dît.
Me xwest em wê sererast bikin û pişt re îmze bikin. Yanî sedema bipaşketinê ne fêmnekirin an nakokiyek bû.
Piştî sererastkirinê bi amadebûna Serokkomar û Serokwezîr me peyman îmze kir.
Di îradeya Tirkiyeyê û Îraqê ya ji bo vê projeyê de ti guman nînin.
Dê ev proje nêzîkî 4-5 salan berdewam bike. Me bi Îraqê re nîqaş kir bê em çawa dikarin projeyê zûtir biqedînin."



