Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê ragihand ku wan qonaxa duyem a agirbesta li Xezeyê qebûl kiriye.
Peyman vekişîna Îsraîlê ya ji Xezeyê û destpêkirina pêvajoya nûjenkirinê li xwe digire.
Her wiha bicihkirina hêzeke navneteweyî û teslîmkirina birêvebirinê ya ji bo Komîteya Niştimanî ya Filistînê jî di nav peymanê de ne.
Endamê Buroya Siyasî ya Hemasê Xazî Hemad diyar kir ku wan pakêta agirbesta berfireh erê kiriye.
Xazî Hemad da zanîn ku di navbera aliyan de li ser prensîbên giştî lihevkirin çêbûye.
Li gorî gotina wî, dê di dan û standinên nû de dema bicihkirin û mekanîzma werin zelalkirin.
"Eger Îsraîl bi cih neyîne, em jî nakin"
Hemad da zanîn ku eger Îsraîl sozên xwe yên di peymanê de bi cih neyîne, dê Hemas jî berpirsyariyên xwe pêk neyîne û got:
"Beriya ku qonaxa pêşîn biqede, em ti carî derbasî qonaxa nû nabin."
Wî tekez kir ku sererastkirinên li ser çekên giran jî bi bicihanîna erkên Îsraîlê yên qonaxa yekem ve girêdayî ne.
Dê çekên giran di bin kontrola komîteyekê de bin
Li gorî peymanê, piştî ku Îsraîl erkên xwe bi cih bîne, dê çekên giran ên Hemasê di bin berpirsyariya Komîteya Niştimanî ya Filistînê de werin embarkirin.
Her wiha Hemad anî zimên ku dê ji bo çavdêriya agirbestê komîteyeke navneteweyî jî were avakirin.
Ji Hemasê daxuyaniya nivîskî
Hemasê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Hemasê diyar kir ku wan û komên din ên Filistînî bi nêzîkatiyeke "berpirsyarane û erênî" bersiv daye pêşniyarên navbeynkaran.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bicihkirina qonaxa duyem bi Îsraîlê ve girêdayî ye.
Anku divê Îsraîl pêşî erkên xwe yên di qonaxa yekem de bi temamî bi cih bîne.
Her wiha hat eşkerekirin ku biryarên li ser çekên giran bi hinek şertan ve girêdayî ne.
Ev şert, rawestandina êrişên Îsraîlê, vekişîna bi temamî ya ji Xezeyê, destpêkirina nûjenkirinê û bicihkirina hêza parastinê ya navneteweyî ne.



