Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ji bo "çekdanîna bi temamî" ya tevgera Hemasê peymanek ragihand.
Donald Trump ev gav wekî qonaxeke diyarker a ji bo avakirina hikûmeteke nû ya Filistînê ya li Xezeyê bi nav kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê nivîsî:
"Îro Encumena Aştiyê ji bo çekdanîna bi temamî ya Hemasê û hemû komên din ên çekdar ên li Xezeyê gihîşt peymaneke dîrokî.
Ev gaveke mezin e ji bo aştî û ewlehiya mayînde."
Trump her wiha eşkere kir ku pêvajoya çekdanînê dê bi çend qonaxên "bi hûrgilî û plankirî" were kirin.
Li gorî plana ku hatiye ragihandin, piştî qedandina pêvajoya çekdanînê, hêzên Îsraîlê dê ji Xezeyê vekişin.
Li şûna wan "hêzeke navneteweyî ya ji bo aramiyê" û hêzeke nû ya polîsên Filistînê dê parastina ewlehiya herêmê bigirin ser xwe.
Trump di vê çarçoveyê de ji bo rola wan a navbeynkariyê spasiya Misir, Qeter û Tirkiyeyê kir.
Mijara çekdanîna Hemasê yek ji astengiyên herî mezin ên li ber peymana agirbestê bû ku ji meha Çiriya Pêşîn a par ve di navbera Îsraîl û Hemasê de heye.
Tevî agirbestê jî tundî berdewam dikin û roja pêncşemê ji ber êrişên Îsraîlê li Xezeyê 4 kes mirin.
Hikûmeta teknokrat û rûxandina tunelan
Plana aştiyê ya Trump a ku ji 20 xalan pêk tê diyar dike ku di qonaxa veguhastinê ya piştî şer de "Komîteya Niştimanî ya ji bo Birêvebirina Xezeyê" dê kar û barên rojane yên Xezeyê bi rê ve bibe.
Ev komîte dê ji kesên teknokrat pêk were.
Çavkaniyeke dîplomatîk a agahdar ragihand ku di vê pêvajoyê de ji bo çek û kesan ti cudahî nayê kirin û dirûşma "yek desthilat, yek yasa û yek çek" dê were bicihkirin.
Her wiha plan rûxandina hemû tunelan, depoyên çekan û kargehên hilberîna çekan ên li Xezeyê li xwe digire.
Helwestên aliyan
Çavkaniyeke Hemasê amaje pê kir ku tevger hîn mijûlî nirxandin û sererastkirina pêşniyarê ye, bi taybetî jî wan xalên ku li ser cureyên çekan in.
Li aliyê din, çavkaniyeke siyasî ya Îsraîlî ragihand ku ev pêşniyar daxwazên Îsraîlê bi temamî bi cih nayîne û got:
"Îsraîl wekî mercekî pêşwext ji bo her pêvajoyekê çekdanîna temam a Hemasê û paqijkirina Xezeyê ji çekdaran dixwaze."
Her wiha wê çavkaniyê eşkere kir ku di civîna vê hefteyê ya di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Trump a li Washingtonê de, mijara Xezeyê qet nehatiye axaftin.



