Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îranê ragihand ku wan bi dronan êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya bi navê Ehmed El-Cabir a li Kuweytê kiriye.
Îran dibêje ku zerereke mezin gihîştiye depoyên sotemeniyê, stargehên balafirên şer û radarên pêwendiyê.
Birêvebiriya Pêwendiyên Giştî yên Artêşa Îranê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di qonaxa 27an a operasyona bi navê Birûskê de êrişî baregeha Ehmed El-Cabira Amerîkayê ya li Kuweytê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş bi dronan hatiye kirin û gelek cihên stratejîk ên wekî stargehên balafirên şer, sîstema pêwendiyê û depoyên kel û pelên leşkerî yên Amerîkayê hatine hedefgirtin û zerereke mezin gihîştiye wan.
Bersiva ji bo êrişa li girava Qişmê
Artêşa Îranê destnîşan kir ku hedefgirtina baregeha Ehmed El-Cabirê bersiva êrişa Amerîkayê ya li girava Qişmê bûye.
Medyaya fermî ya Îranê doh Pêncşemê danê sibehê piştrast kiribû ku artêşa Amerîkayê êrişî girava Qişmê ya parêzgeha Hurmizganê kiriye.
Hatibû gotin ku li giravê herî kêm dengê sê teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Alîkarê Parêzgarê Hurmizganê Ehmed Nefîsî diyar kir ku çend mûşek li cihekî niştecihbûnê yê li taxa Çah Tengûya li giravê ketine.
Zanîngeha Bijîşkî ya Hurmizganê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber êrişa Amerîkayê ya li ser wê taxa li girava Qişmê, 3 kes mirine û 2 kes jî birîndar bûne.



