Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê îdia kir ku wan bi mûşekên balîstîk êrişî Baregeha Asmanî ya Muwefeq Saltiyê ya li Urdinê kiriye.
Li gorî îdiayê, ev êriş wekî bersiva êrişa Amerîkayê ya li ser Girava Keşmê hatiye kirin û 3 balafirên F-35 bi temamî hatine têkbirin.
Artêşa Pasdaran a Îranê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, Îranê êrişî baregeheke asmanî ya Amerîkayê ya li Urdinê kir.
Ev êriş wekî bersiva êrişa Amerîkayê ya li ser Girava Keşmê hatiye kirin.
Di wê êrişa Amerîkayê de 3 kesên ji malbatekê miribûn.
Îdiaya têkbirina balafirên F-35
Artêşa Pasdaran îdia kir ku wan bi mûşekên balîstîk êrişî Baregeha Asmanî ya Muwefeq Saltiyê kiriye.
Hat îdiakirin ku 3 balafirên F-35 ên Amerîkayê bi temamî hatine têkbirin.
Her wiha 3 balafirên din jî zerer dîtine.
Li gorî daxuyaniyê, hinek leşker û personelên teknîkî yên Amerîkayê jî hatine kuştin.
Droneke Amerîkayê hat xistin
Vê sibehê li bajarê Bender Îmam Xumeyniyê yê parêzgeha Xuzistanê droneke Amerîkayê hat xistin.
Hat eşkerekirin ku ev dron destpêkê hatiye tespîtkirin û pişt re hatiye xistin.
Daxuyaniya Urdinê
Artêşa Urdinê jî li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.
Artêşê da zanîn ku pergalên parastina asmanî 5 mûşekên Îranê xistine.
Ew mûşek di saetên sibehê de hatibûn avêtin û axa Urdinê kiribûn armanc.



