Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Urdinê ragihand ku îro sibêhê pergala wan a parastina asmanî 5 mûşekên Îranê têk birine ku ber bi axa Urdinê ve hatibûn berdan.
Berdevkê fermî yê Hêzên Çekdar ên Urdinê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku hêzên parastina asmanî li gorî planên parastinê mûşek şopandine û ew li asman xistine xwarê.
Berdevk got ku pêvajoya pûçkirina mûşekan bi awayekî gelekî pîşeyî hatiye kirin û hewldana li dijî axa Urdinê hatiye têkbirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di bûyerê de ti zererên canî çênebûne.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Urdinê asman û serweriya welatê xwe diparêze.
Her wiha hat gotin ku artêş ji bo bersivdayîna her gefa li ser ewlehiya neteweyî û silametiya welatiyan di amadehiya herî bilind de ye.
CENTCOMê li Supaya Pasdaran xist
Ev êrişa Îranê ya li ser Urdinê piştî êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê pêk hat.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan îro êrişî Îranê kiriye û dehan cihên Supaya Pasdaran kirine hedef.
Li gorî daxuyaniyê, ew hedef navendên fermandariya leşkerî, cihên çêkirina mûşek û dronan, baregehên çavdêrî û parastina peravan û şiyanên deryayî bûn.
Medyaya Îranê ragihand ku di êrişên îro yên Amerîkayê de 3 kes mirine û 2 kes jî birîndar bûne.



