Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Davutoglu bi daxuyaniyeke nivîskî ya 4 rûpelî ya bi sernavê "Ji bo Tirkiyeya Paşerojê" eşkere kir ku ew ji siyasetê vedikişin.
Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu da zanîn ku wan biryar daye ku dawî li xebatên siyasî yên Partiya Paşerojê bînin.
Ahmet Davutoglu di encama hevdîtinên li gel serkirdeyên partiya xwe de biryara berdana siyasetê daye.
Davutoglu îro beşdarî civîna Koma Rêya Nû ya li Parlamentoya Tirkiyeyê nebû.
Tê çaverêkirin ku Davutoglu sibe saet 14:00an piştî civîna Desteya Serokatiyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Davutoglu di hevdîtinên li gel Partiya Yenîden Refahê û Partiya Saadetê de pêşniyara yekbûnê kiribû lê ji ber ku bi her du partiyan re jî nakokî derketin ev yekbûn pêk nehat.
Davutoglu destpêka hefteyê bi birêvebirên partiya xwe re civiya û piştî vê civînê îdiaya berdana siyasetê xurttir bûbû.
Dê saziyeke ramanê ava bike
Davutoglu plan dike ku piştî berdana siyasetê saziyeke ramanê ava bike ku berê qeyûm tayînî Weqfa Zanist û Hunerê (BÎSAV) ya ku wî ava kiribû hatibû kirin.
Tê çaverêkirin ku Davutoglu ji bo avakirina saziyeke nû ya ramanê dest bi xebatan bike.
Davutoglu çend roj in bi serokên bajaran û endamên partiya xwe re hevdîtinan dike.
Ew dê sibe saet 14:00an beşdarî civîna Desteya Serokatiyê bibe û pişt re daxuyaniyê bide.



