Hewlêr (Rûdaw) - Du çavkaniyên Heşdî Şebiyê ji Ajansa France Presseyê re ragihand ku di encama êrişên hevpar ên Amerîka û Erebistana Siûdiyê yên li ser baregehên wan ên li Îraqê de, 5 şêwirmendên leşkerî yên Îranî hatine kuştin.
Her wiha medyayên nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê navên 4 endamên Supaya Pasdaran belav kirin.
Tê gotin ev endam di wan êrişan de hatine kuştin.
Li gorî medyaya nêzîkî Pasdaran, ew çar endamên Pasdaran xelkê bajarê Kaşanê ne.
Navên wan Elî Esxer Astane, Ebulfezl Mutteqî, Murteza Ekberî û Emîr Ebbas in.
Birîndar veguhastin Îranê
Li aliyê din komên ser bi Heşdî Şebiyê ve li ser kanalên xwe yên Telegramê daxuyanî dan.
Wan belav kir ku beşek ji birîndarên êrişa hevpar a Erebistana Siûdiyê û Amerîkayê "ji bo tedawiyê" veguhastine Îranê.
Sibeha îro balafirên şer ên Amerîka û Erebistana Siûdiyê êrişên berfireh pêk anîn.
Wan li heşt parêzgehên Îraqê gelek baregehên Heşdî Şebiyê bombebaran kirin.
Li gorî Desteya Heşdî Şebiyê, di êrişan de herî kêm 20 kes hatin kuştin û 32 kesên din jî birîndar bûn.
Êrişa li ser qadên petrolê
Êrişa Erebistana Siûdiyê û Amerîkayê ya li ser wan koman piştî daxuyaniyeke Siûdiyê pêk hat.
Rojekê berê Erebistana Siûdiyê ew komên çekdar tometbar kiribûn ku êrişî gelek qadên petrolê yên li rojhilatê Erebistana Siûdiyê kirine.
Şeva borî, Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) jî daxuyaniyek belav kir.
CENTCOMê ragihand ku Îranê bi gelek mûşekên balîstîk êrişî baregeheke wan a li Urdinê kiriye.
Hişyariya Serokê Amerîkayê
Serokê Amerîkayê got, "Em dê gelekî bi tundî bersiva êrişa Îranê ya li ser baregehên xwe bidin."
Wî her wiha destnîşan kir, eger dan û standin têk biçin, ew dê di nava saetekê de hemû pirên wan xera bikin.
Serokê Amerîkayê îro ji medyaya welatê xwe re axivî.
Trump ragihand ku êrişa îro ya Amerîka û Îsraîlê ya li dijî komên çekdar ên li Îraqê ku nêzîkî Îranê ne, bi hevahengiya Bexdayê pêk hatiye.
Heşdî Şebî kî ne?
Heşdî Şebî sala 2014an ji bo şerê li dijî DAIŞê hat avakirin.
Avakirina vê hêzê piştî fetwayeke Ayetulah Elî Sîstanî hat. Ew li Îraqê merceyê herî bilind ê dînî yê Şîeyan e.
Ev yek jî di wê demê de bû ku DAIŞê qadeke berfireh a axa Îraqê dagir kiribû.
Sala 2016an, li gorî qanûnekê Heşdî Şebî wekî beşek ji hêzên ewlehiyê yên fermî yên Îraqê hat naskirin.
Salekê piştî wê jî li kêleka artêşa Îraqê roleke sereke di têkbirina DAIŞê de lîst.
"Bereya Berxwedanê"
Niha bi dehan komên cuda di nav Heşdî Şebiyê de hene.
Beşek ji wan ew koman çekdar in ku ji aliyê Amerîkayê ve wekî rêxistinên terorîst hatine naskirin.
Ev kom xwe wekî beşek ji "Bereya Berxwedanê" dibînin.
Ketîbeyên Hizbulah, Tevgera Nuceba û Ketîbeyên Seyiduşuheda jî di nav wan de ne.
Ev alî ji bilî ku di nav baregehên Heşdî Şebiyê de ne, xwediyên navendên taybet in.
Xwediyên baregeh, depoyên çekan û kargehên taybet ên çêkirina dronan in.
Hêzên wan bi giranî pişta xwe bi dronên bombebarkirî girê didin.
Lê wan her wiha roket û mûşekên balîstîk ên menzîlkurt jî hene.



.webp&w=3840&q=75)