Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar bi Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Axa re li Enqereyê civiya.
Di hevdîtinê de bipêşketina Kerkûkê û hevkariya di qada enerjiyê de hatin nirxandin.
Bayraktar da zanîn ku tevlîbûna TPAOyê ya di hevkariya BPyê ya li Kerkûkê de hem ji aliyê dîplomasiya enerjiyê hem jî ji aliyê têkiliyên Tirkiye û Kerkûkê ve gaveke girîng e.
Piştî ku Şirketa Anonîm a Petrola Tirkiyeyê (TPAO) ji sedî 15ê pişka BP Energy Company of Kirkuk Limitedê (BP ECKL) ya ku li Kerkûkê dixebite kirrî, li Enqereyê hevdîtineke balkêş hat kirin.
“Kerkûk navendeke stratejîk e”
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Axa li wezaretê qebûl kir.
Bayraktar derbarê hevdîtinê hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Wî diyar kir ku Kerkûk ne tenê bi çavkaniyên xwe yên zengîn ên enerjiyê, bi dîroka hevpar û têkiliyên çandî yên bi Tirkiyeyê re jî xwedî cihekî taybet e û got:
“Kerkûk ne tenê bi çavkaniyên xwe yên zengîn ên enerjiyê, bi dîroka me ya hevpar a bi sedsalan, çanda me û têkiliyên me yên bihêz navendeke stratejîk e ku di dilê me de cih digire.
Doh tevlîbûna Petrola Tirkiyeyê ya di hevkariya BPyê ya li Kerkûkê de ku xwedî potansiyela nêzîkî 3 milyar bermîlan e, bi qasî dîplomasiya me ya enerjiyê ji aliyê têkiliyên dîrokî û çandî yên di navbera me û Kerkûkê de jî gaveke girîng e.”
Projeyên bipêşketinê hatin nirxandin
Bayraktar destnîşan kir ku wan piştî peymanê bi Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Axa re ew proje nirxandine ku dikarin tevkariyê li bipêşketin û aramiya herêmê bikin û wiha domand:
“Em dê bi îlhamwergirtina ji dîroka xwe ya hevpar tevkariya li aramiya Îraqê û paşeroja enerjiya welatê xwe bidomînin.”
Erdogan: Gaveke dîrokî ye
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di civîna hevpar a çapemeniyê ya li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya li Kuliyeya Serokkomariyê de qala peymana ku TPAOyê îmze kiriye kiribû.
Erdogan gotibû, “Peymana ku îro hat îmzekirin, ji aliyê hevkariya di qada enerjiyê de bûye gaveke dîrokî.”


.webp&w=3840&q=75)
