Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê Şamîl Tayyar ragihand ku dibe ku projeyasa roja pêncşemê yan jî înê pêşkêşî Parlamentoyê were kirin.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê û rojnameger Şamîl Tayyar li ser yasaya nû ya pêvajoya çareseriyê hinek agahî dan.
Şamîl Tayyar anî zimên ku projeyasayê ya ku dê gerîlayan ji çiyê daxe bi xetên xwe yên giştî temam bûye.
Li gorî gotina Tayyar, dibe ku projeyasa roja înê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bê kirin.
"Birêvebirên PKKyê nikarin bikevin Tirkiyeyê"
Tayyar diyar kir ku di projeyasayê de mijara derxistina efûyê ji bo Abdullah Ocalan nîne.
Bi gotina Tayyar, birêvebirên PKKyê dê nikaribin bikevin nav sînorên Tirkiyeyê û dê destûr neyê dayîn ku ew li dijî Tirkiyeyê çalakiyan bikin.
Şamîl Tayyar agahiyên ku li ser projeyasayê bi dest xistine li ser hesabê xwe yê Xê parve kirin.
Wî di parvekirina xwe de got, "Eger bi yasayê re bipêşketinên ku tên çaverêkirin çêbibin, tê texmînkirin ku derdora 8 hezar PKKyiyan vegerin Tirkiyeyê yan li Îraq û Sûriyeyê bimînin an jî derbasî Ewropayê bibin."
Xalên projeyasayê
Şamîl Tayyar destnîşan kir ku eger pêvajo wekî ku tê plankirin bi encam bibe dê guherînên siyasî jî bi xwe re bîne û got:
“Yasaya çarçoveyê ya li ser pêvajoya çareseriyê bi xetên xwe yên giştî temam bûye.
Eger pirsgirêkên di madeyekê de werin çareserkirin, dibe ku projeyasa roja pêncşemê yan jî înê pêşkêşî Parlamentoyê were kirin.
Tê plankirin ku yasa beriya ku Parlamentoya Tirkiyeyê têkeve betlaneyê were derxistin.
Tayyar xalên pêşnûmeyê bi vî rengî rêz kirin:
· Efûyeke giştî ne di rojevê de ye.
· Yasa dê salekê di meriyetê de bimîne.
· Endamên PKKyê dê 5 salan di bin kontrola dadî de bimînin.
· Eger di dema kontrola dadî de tev li ti sûcan nebin dê têkevin nav jiyana civakî.
· Dê 5 salan nikaribin siyasetê bikin.
· Birêvebir dê nikaribin têkevin Tirkiyeyê û dê nikaribin li dijî Tirkiyeyê çalakiyan bikin.
· Ocalan dê li Îmraliyê bimîne.
"Dê Qendîl bi temamî were valakirin"
Şamîl Tayyar di berdewamiya daxuyaniya xwe de encamên van gavan nirxandin û got:
"Di vê rewşê de dê Qendîl bi temamî hatibe valakirin, hemû şikeft dê hatibin tesfiyekirin û çek dê hatibin danîn.”



