Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî telefonî Serokê Giştî yê Partiya Nû Ozgur Ozel kir û ew pîroz kir.
Ozgur Ozel piştî ku 91 parlamenter ji CHPyê veqetiyan wekî Serokê Giştî yê Partiya Nû hatibû hilbijartin.
Li gorî agahiyan, Bahçelî di pêwendiya telefonî de ji Ozel re daxwaza xêrê kiriye û di erkê wî yê nû de serkeftin jê re xwestiye.
Ozgur Ozel diyar kir ku Bahçelî rojek beriya ku biryara avakirina Partiya Nû ji raya giştî re were eşkerekirin telefonî wî kiriye.
Ozel da zanîn ku Bahçelî di wê hevdîtinê de gotiye:
"Xwezî ev veqetîn çênebûya. Me dixwest CHP wekî parçeyekê bimîne.
Merc gihîştin vê astê, bila a bi xêr be."
Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Ozgur Ozel pîroz kir.
Davutoglu di peyama xwe de got:
"Hêza herî mezin a welatê me; kevneşopiya me ya kûr a demokrasiyê, têgihîştina me ya siyaseta pirreng û pêbendiya me ya bi îradeya milet e.
Ez ji bo Partiya Nû ya ku bi serokatiya Birêz Ozgur Ozel hat damezirandin serkeftinê dixwazim.
Bila bi xêr û xêrat be."



