Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, lêpirsîna pêşîn a hesabên darayî yên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) pejirand.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê hesabên dawî yên darayî yên sala 2024an ên Partiya PWKyê kontrol kirin.
Dadgehê di lêpirsîna pêşîn de ti kêmasî nedîtin.
Li ser vê yekê dadgehê biryar da ku derbasî lêkolîna naverokê bibe.
"Nîşaneyeke zelal e"
Buroya Ragihandinê ya PWKyê li ser biryara dadgehê daxuyaniyek belav kir.
PWKyê di daxuyaniya xwe de anî zimên ku ev biryara dadgehê nîşaneyeke zelal e.
Li gorî daxuyaniyê, li dijî PWKyê doza girtinê hatiye vekirin lê dîsa jî partî wekî partiyeke yasayî hebûna xwe didomîne.
Her wiha di daxuyaniya partiyê de hat destnîşankirin ku PWK partiyeke meşrû, yasayî û ya " bêîtiatîya sivîl" e.



